YNK’ê kongreya xwe taloq kir
12:52 31.01.2014
HEWLÊR (DÎHA) – Piştî civîna civata serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), biryar hat dayîn kongreya 4’mîn ji bo demeke nediyar bê taloqkirin.
Di civîna îro ya civata serkirdayetiya YNK’ê ya li Silêmaniyê de guftûgoyekî berfireh li ser lidarxistin û lidarnexistina 4’mîn kongreya YNK’ê hat kirin. Di dawiyê de civata serkirdayetiyê biryar girt ku 4’mîn kongreya xwe ji bo demeke nediyar taloq bikin. Biryar hat dayîn ku berpirsyartiya 4’mîn kongreya YNK’ê bê dayîn û di demekî guncaw de jî kongre were lidarxistin. Di civîna îro danê sibehê de biryar hat dayîn ku piştî nîvro civîna civata serkirdayetî û civata navendî ya YNK’ê li navenda polîtburoyê were lidarxistin. Di civînê de wê dîtina hemû endamên polîtburoyê li ser taloqkirina kongreyê were wergirtin. Biryar bû îro 4’mîn kongreya YNK’ê bihata lidarxistin, lê ji ber nebûna sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî û pirsgirêkên navxweyî yên YNK’ê kongre ji bo demekî nediyar hat taloqkirin.
Duh jî polîtburoya YNK’ê derbarê deshilata sekreterê giştî de biryar girt ku Kosret Resûl, Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed bibin xwediyê deshilata sekreterê giştî yê YNK’ê. Heta 4’mîn kongreya YNK’ê were lidarxistin, wê hersê navenda biryar dayînê bin.
(mo/mae)
