1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YNK'ê nûçe derewand
YNK'ê nûçe derewand,ynk,ê,nûçe,derewand

YNK'ê nûçe derewand

A+ A-

Komek ji Rêvebirên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û PDK bi awayekî cûda û bi armanca ‘Xêrhatinê’ serdana hevsera Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed kirin. Serokatiya komara Iraqê jî nûçeya rojnameya Fransî ya ku îdia kirî Talabanî miriye, derewand.

Heyeta YNK û PDK’ê serdana hevsera serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed kirin. Koma ku PDK’ê ji cîgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî pêk dihat û di civînê de tevî bixêrhatinê, behsa rewşa tendirûstiya Talabanî kirin. Rojname û Ajansê girêdayi YNK’ê belav kirin ku îro koma YNK’ê ya ji cîgirê Rêvebirê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, Dr. Berhem Salih, Mele Bextiyar û gelek endamên din ên polîtburoyê pêk dihat, serdana Hêro Îbrahîm kirin. Li gor çavkaniyan di wê hevdîtinê de Hêro Ehmed bi hûrî behsa tendirûstiya Talabanî kiriye û ji endamên polîtburoyê re wiha gotiye: “TendirûstiyaTalabanî astekê başe û bi mîsogerî ber bi başbûnê ve diçe. Bi berdewamî bijîjkan ji bo başbûna bi berdewam a tendirûstiya wî em mîsogerkirine.”

Serokatiya komara Iraqê jî derbarê rewşa tendirûstiya Talabanî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku tîma bijîjk a serpereştiya çareserkirina serokomar Celal Talabanî dike, ragihandiye ku tendirûstiya Talabanî baş e û wiha tê gotin: “Çareserî bi başî tê wergirtin û qonaxên giran derbas kiriye.”

Duh rojnameya Le Figaro ya Fransî îdia kiribû Talabanî mirina klînîk derbas kiriye. Di vê derbarê de serokatiya komarê diyar kir ku wê rojnameyê nûçeyek ne rast belav kiriye û wiha dibêje: “Tevî ku em wê nûçeyê red dikin, daxwaz ji wê û tevayî dezgehên ragihandinê dikin ku nûçeyên derbarê tendirûstiya Talabanî pişta xwe bi çavkaniyên fermî girê bidin û ew jî nivîsîngeha fermî ya serokomar e.”

(oî/mae)


Bêjeyên Miftehî