1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YNK û Goran lihevkirina di navbera xwe de îmze kirin
YNK û Goran lihevkirina di navbera xwe de îmze kirin,ynk,û,goran,lihevkirina,di,navbera,xwe,de,îmze,kirin

YNK û Goran lihevkirina di navbera xwe de îmze kirin

Rûniştina yekemîn a Meclîsa Rêveberiya YNK’ê bi serokatiya Kosret Resûl û ya Civata Giştî ya Goran bi serokatiya Newşîrwan Mistefa hat lidarxistin. Berdevkê Goran piştî civîna partiyê ji çapemeniyê re axivî

A+ A-

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Îro her du partiyên Goran û YNK’ê li navendên xwe civîn lidarxistin. Civîna Goran bi dawî bû û Berdevkê partiyê ragihand ku wan lihevkirin li gel xwe îmze kirine.

Biryare îro piştî nîvro civîna Meclîsa Rêveberiya YNK’ê ji bo nîqaşkirina detayên lihevkirinê berdewam bike. Lê hat ragihandin ku di civîna serê sibê de lihevkirin hatiye îmzekirin. Berdevkê Goran Şoreş Hacî kêliyek beriya niha di civîna çapemeniyê de ragihand ku YNK bi lihevkirinê raziye û got: “Daxistina parlamnetoyê li hemberî yekbûna Kurdan astengiye. Ji bo wê jî divê helwesta Kurdan yek bin ji bo ku bikarin di guhertinên heyî yên di Rojhilata Navîn de cih bigirin.”

Şoreş Hacî di berdewama axaftina xwe de got: “Lihevkirina di navbera me û YNK’ê de di civîna me ya îro de hat îmzekirin.” (ge)