1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘YNK û PDK dikarin 5 salan mûçeyê karmendan bidin’
‘YNK û PDK dikarin 5 salan mûçeyê karmendan bidin’,ynk,û,pdk,dikarin,5,salan,mûçeyê,karmendan,bidin

‘YNK û PDK dikarin 5 salan mûçeyê karmendan bidin’

A+ A-

AŞTÎ EHMED/ HEWREMAN

Pisporê aborî Newzadî Mûhendis diyar kir ku her du partiyên YNK û PDK ji ber desthilata herêmê destê wan de ye, dikarin qasî 5 salan ji xezîneyên xwe mûçeyê karmend û mamostayên Herêma Kurdistanê bidin.

Pisporê aborî Newzedî Mûhendis têkildarî krîza aborî ya Herêma Kurdistanê ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Partî Dimokratî Kurdistan û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê di 25 salên buhrî de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê sûdek mezin girtin û dehatek wan a mezin heye. Di vê krîzê de ev her du partî dikarin deyn bidin hikûmetê. Li gor zanyariyan ev her du partî dikarin bi dehata xwe mûçeyê 5 salan ê karmendên Herêma Kurdistanê bidin.”

Newzedî Mûhendis dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Pêwîstiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nake ku ji bo çareseriya krîza heyî, ji derve deyn werbigire. Ji ber tenê YNK û PDK xwedî 8 kampanyayên mezin in û bi qasî 80’ê milyar dolar pereyên wan di bankeyên Amerîka û Ewrûpa de ye.” Mûhendis di dewama axaftina xwe de weke pêşniyarekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku hemû ew bîna û navendên bazirganiyê yên ji aliyê hikûmetê ve hatine desteserkirin, bifiroşin û pereyê wan ji bo derbaskirina krîza heye bikar bîne.

(sk)