YPG'ê derbeyek giran li DAIŞ'ê da
ANHA - KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê bi tang, hawan û çekên giran êrîşî gundên rojavayê herêma Kobanê kirin. Çete rastî bersiva YPG'ê hatin û piştî ku derbeyên giran xwarin paşde vekşiyan.
Li gorî çavkaniyan, şevê çeteyên DAIŞ'ê bi tank, topên hawan û çekên herî giran êrîşî gundên Boraz û Dugirman yê rojavayê herêma Kobanê kirin. Her wiha çeteyan ji gundê Beyadiyê êrîşî gundên Cibnê û Girê Zagros kirin û rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin. Di navbera herdu aliyana de şer û pevçûn heta saetên derengiya şevê dewam dikirin.
Hate gotin ku di van pevçûnana de YPG'ê derbeyên giran li çeteyan dan û gelek çete hatin kuştin. Çeteyên din neçar man ku paşde vekşin. Lê derbarê hejmara kuştî û birîndarên DAIŞ'ê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
(he)
