YPG’ê derbeyên giran li çeteyan dan
KOBANÊ – Hêzên YPG’ê li derdora Pira Qereqozaqê derbeyên giran li çeteyan dan. Çete ji herêmê reviyan.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine çeteyên DAIŞ’ê şevê din derdora saet 22.00’an hewl dan ku ji Çiyayên Hemam ên li rojavayê Pira Qereqozaq derbasî aliyê rojhilatê Pirê bibin. Şervanên YPG’ê yên ku li derdora Pirê bicih dibin, tevgera çeteyan ferq kirin û bersiv dan hewldana wan. Li ser vê yekê di navbera YPG’ê û çeteyan de şer derket. Şerê li vir heta saet 01.00’an dom kir.
Di encamê de çeteyan derbeyên giran xwarin û ji herêmê reviyan.
Nûçegihanan dan zanîn ku di vî şerî de, balafirên Koalisyona navnetewî jî deverên ku çete lê ne bombebaran kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê Çiyayê Hemamê yê ku li beramberê Pira Qereqozaqê ye weke navenda êrîşên li dijî nûqteyên YPG/YPJ’ê bikar tîne.
(dm)
ANHA
