1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. ‘YPG’ê jiyaneke nû ji me re afirand"
‘YPG’ê jiyaneke nû ji me re afirand",ypg,ê,jiyaneke,nû,ji,me,re,afirand

‘YPG’ê jiyaneke nû ji me re afirand"

A+ A-

DILCE YÛSIF- DILSOZ DILDAR

TIL TEMIR– Jinên gundê Deşdaşiyê ya Til Temir ku ji pêkhateyên erebin diyar kirin ku şervanên YPG/YPJ’ê bi rizgarkirina herêmê jiyana wan ji nû ve afirandin û wan ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin.

Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê herêma Til Temir ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, şêniyên herêmê kêfxweşiya xwe anîn ziman. Jinên gundê Deşdaşiyê hestên xwe yên kêfxweşî bi ANHA’yê re parve kirin.emsa ali

Jina bi navê Emşa Elî da zanîn ku çeteyan bi zorê cil li wan dikirin û ne dihiştin jin ji mlê nxwe derkevin û ev tişt anî ziman: ˮNe dihiştin jin ji malên xwe derkevenin, ji ber wan me nikarîbû serdana xizmên hev kiriba. Qedexe bû jin herin pêwîstiyên xwe yên jiyanî bikirin, heta serdana bijîşkan me nikarî bû kiriba. Ji xwe kesî ji ber wan nikarîbû çixareyan bikşîne û bi taybet ji jinan. Em wekî dîlan di malan de diman.ˮ

Fatma Elî, destnîşankir ku çeteyên DAIŞ’ê jiyan li wan kiribûn dojkgeh û wiha pê de çû: ˮNe dihiştin em zeviyên xwe jî biçinin, dema kesekî dixwest zeviya xwe biçine pêwîste wan agahdar bike û xeber bide wan. Di dema wan de ceyaran nîn bû, gaz, av û nan jî ji mere ne dihat. Çûna bajaran li me qedexekiribûn. Me ji wan re digot çima hûn nahêlin em herin bajar digotin ‘Til Temir bajarê Kafiraye’.ˮ

Fatma Elî, di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi saya berxwedana hêzên YPG/YPJ’ ji çeteyan xilas bûne û wiha axivî: ˮHêzên YPG û YPJ’ê banga me pêk anîn, me ji wan xwest me ji çeteyan rizgar bikin. Em îro bi xêra wan azad in.ˮemel mehmed

Jina bi navê Emel Mihemed da zanîn ku çeteyên DIAŞ’ê zor li wan kirin û ev tişt anî ziman: ˮ ne dihiştin em derkevin, cilên reş bi zor me li xwe dikir, ne dibû riwê me jî derkeve. Ji bo titşên herî besyît em ceaz dikirin, em di dema wan de em di nava tirsê de jiyan dikir. Çeteyan ne dihiştin em zarokên xwe bibin textor. 2 zarokên min ên cêwî hene, berê ez diçûm Til Temir gel Textor, lê çeteyan ew jî li me qedexe kiribû û gigotin Til Temir bajarê kafiraye. Çeteyan hemû riyên di navbera me Til Temir û Serêkaniyê girtibûn.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Emel gt ku bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê ew ji çeteyan xilas bûn û got: ˮEm îro wekî jinû ve hatine jiyanêˮemine hesen

Jina bi navê Emîna El-Hesen derbarê rizgarkirina herêmê ji çeteyan ev tişt got: ˮDema gotin YPG’ê çete ji herêmê derxistine em kêfxweş bûn. Ez hestê xwe yê wê kêliyê nikarin bînim ziman, bi rastî ez ji kêfa re giriyam, gelek jinên gund tilîlî avêtin. Me bawer ne dikir em rojekê ji çeteyan rizgar bibin. Em spasiya şervanên YPG/YPJ’ê yên me ji çeteyan xilas kirin, dikin.ˮsebah mehmed

Derbarê mijarê de Dayîka bi navê Sebah Mihemed destnîşan kir ku çeteyan wan ji gelek aliyan ve dorpêç kiribûn û ev tişt anî ziman: ˮEm li gorî kêfa xwe bi rêve dibirin, em wekî girtiyan bûn. Dema me ji wan re digot na me bi îşkencê, derxitina ji malên me û kuştinê tedîd dikirin. Me dest ji gundê xwe berda bû demekê, em di dibistana gundekî ku şêniyên wê koçber bûne bi cih bûn. Piştî hêzên YPG/YPJ’ê gundê me rizgar kirin, em bi saya wan vegeriyan gundê xwe. Wan ji mer jiyaneke nû afirandin, em spasiya wan dikin.ˮ

(dc)

ANHA