1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG'ê name ji 'Kordînasyona Şopandina Agirbestê' re şand
YPG'ê name ji 'Kordînasyona Şopandina Agirbestê' re şand,ypg,ê,name,ji,kordînasyona,şopandina,agirbestê,re,şand

YPG'ê name ji 'Kordînasyona Şopandina Agirbestê' re şand

Fermandariya Giştî ya YPG'ê, li ser êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ku ji 27'ê Sibatê û vir ve tên kirin, 2 nameyên agahdarkirinê ji Kordînasyona Şopandina Agirbestê re şand

A+ A-

DÊRIK - ANF Fermandariya Giştî ya YPG'ê, li ser êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ku ji 27'ê Sibatê û vir ve tên kirin, 2 nameyên agahdarkirinê ji Kordînasyona Şopandina Agirbestê re şand.

Peyama yekemîn a YPG’ê wiha ye:

Ji bo Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê;

Endamên Birêz ên Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê;

Em we agahdar dikin ku di 24’ê Adara 2016’an saet di 22.30’an de bi fuze û topên cehenemê ku li herêmê tên çêkirin li hemberî taxa Şêxmeqsûd êrîşeke din pêk hatiye. Di encama teqîna van topan de dûxaneke zer derketiye û ji ber wê yekê gelek kes bi jehrê ketine, çavên wan şewitîne, av jê hatiye û nefesa wan hatiye girtin. Derketiye holê ku di nava van topan de gazên kîmyewî hene. Ev êrîş ji aliyê komên bi navê Tugaya Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqeya 16’an, Tugaya El-Fetih û Ceyş El-Mucahîdîn, Kombûna Festeqîm Kema Umert û ketiba Nuredîn Zenkî yên girêdayî Koalîsyona Suriyeyê ve hatine pêkanîn. Ev kom li taxa Benizeyd bicîh bûne û ji wir êrîş dikin.”

Peyama duyemîn jî wiha ye:

Ji bo Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê;

Endamên Birêz ên Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê;

Di 25’ê Adara 2016’an de roja Înê, komên bi navê Tugaya Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqeya 16’an, Tugaya El-Fetih û Ceyş El-Mucahîdîn, Kombûna Festeqîm Kema Umert û ketiba Nuredîn Zenkî yên girêdayî Koalîsyona Suriyeyê, ji taxên Seken Şebabî, Eşrefiye û Seken Şiqeyf bi fuze û hawanan êrîşî taxa Şêxmeqsud kirine. Di encama van êrîşan de welatiyê bi navê Seedo Mehemed Seedo jiyana xwe ji dest daye û 6 sivîl jî birîndar bûne.

Êrîşên li ser taxê didomin."