1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: Êrîşên çeteyan û yên artêşa Tirk didomin
YPG: Êrîşên çeteyan û yên artêşa Tirk didomin,ypg,êrîşên,çeteyan,û,yên,artêşa,tirk,didomin

YPG: Êrîşên çeteyan û yên artêşa Tirk didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên komên çeteyan ên li ser taxa Şêxmeqsud û herêma Tişrîn berdewam dikin, lê êrîşên wan vala hatine derxistin. Navendê destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk ên li ser sînor jî didomin û sivîlek birîndar bûye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

“1. Di 31’ê Adarê saet di 14.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

2. Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan 31’ê Adarê ji herêmên Mesbeh û Seken Şikeyf bi topên hawan û cehenemê êrîş birin ser taxa Şêx Meqsud. Komên çeteyên ku bi awayekî hemwext dixwestin tekevin taxê jî, ji aliyê hêzên me ve hatine tekbirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Hevalekî me ku di şikandina êrîşê çeteyan de roleke girîng dilîst û bi lehengî şer dikir, gihîştiye şehadetê.

3. Êrîşên Arteşa Tirk ê li dijî xeta sînor ên Rojava berdewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de 30’ê Adarê saet di 21.00’an de Arteşa Tirk li nêzîkî gundê Bubanê yê dikeve rojavayê Kobanê hemwelatiyên me yên sivîl gulebaran kirin. Di vê êrîşê de hemwelatiyekî me birîndar bûye.”

(a)