1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'YPJ dîroka jina azad dinivîsîne'
'YPJ dîroka jina azad dinivîsîne',ypj,dîroka,jina,azad,dinivîsîne

'YPJ dîroka jina azad dinivîsîne'

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Jinên ciwan ên piştî Konferansa Jinên Ciwan a li Amara hatin ser sînor û berxwedana Kobanê silav kirin anîn ziman ku şervanên YPJ'ê dîroka azadiya xwe dinivîsînin û li dijî mejiyê zilm û serdestiya mêr, hêviya jinên cîhanê xurt dikin.

Jinên ciwan ên ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin gundê Amara yê Xelfetiyê û tevlî Konferansa Jinên Ciwan bûn, ji bo berxwedana Kobanê ya ket roja 106'an silav bikin, hatin ser sînor. Jinan bi bîr xistin ku nobeta berxwedanê li gundê Mehserê dewam dike û şervanên YPJ'ê bi têkoşîna dîrokî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re ji tevahiya jinan re bûne hêviyeke mezin.

Endama Meclîsa Ciwanan a HDK'ê Hediye Şahîn diyar kir ku têkoşîna bi rûmet a YPJ'ê li gelemperiya cîhanê deng vedaye û wiha got, "Jin dîroka ax û azadiya xwe dinivîsînin. Di çeperên herî pêş de têkoşîna li hemberî barbarî û tarîtiya li Rojhilata Navîn, jin cih digirin. Ev rûmeteke mezin e." Şahîn anî ziman ku YPJ dîroka lehengiyê dinivîsîne.

'Jin pêşeng in'

Endama ESP'ê Nêrgiz Şen jî diyar kir ku di têkoşîna avakirina jiyaneke nû de şervanên YPJ'ê rola pêşeng dilîzin û wiha got, "Mîna Kader, mîna Arîn bi dehan rêhevalên me yên jin şehîd ketin. Li Rojava jin di nava şoreşê de ne, li çeperên herî pêş in. Bi awayekî herî baş nîşan didin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin." Şen da zanîn ku ew ê vê têkoşîna li Rojava dest pê kir û hêvî da tevahiya cîhanê li her derê vebêjin û wiha axivî: "Ji bo ku em têkoşîna wan bidin jiyîn, em dê her derê bikin çeperên berxwedanê."

'Hêvî dan jinên cihanê'

Endama Jinên Anarşîst Merve Nûr Îşleyîcî jî wiha got, "Jin her dim li hemberî destwerdana li qada lê ne, li ber xwe dide. Mîna berxwedana dîrokî ya jinên YPJ'yî." Îşleyîcî ragihand ku ji bo silavkirina berxwedana Kobanê ew hatine ser sînor û got, "Berxwedana YPJ'yiyan li hemberî mejiyê zordar û serdest, şîdet û desthilatdariyê, hêvî dan jinên li gelemperiya cîhanê. Baweriyeke mezin dan jinê. Berxwedana Kobanê ku di heman demê de weke şoreşa jinê tê binavkirin, di vî warî de gelekî bi qîmet e."

(bd/wk)