YPJ: Em ê li ser xeta şehîdan li ber xwe bidin
WEDNESDAY, 07 Gulan 2014 18:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kirin ku dê li ser xeta şervanên xwe yên di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dan erka xwe ya parastinê pêş bixin û dê heta azadiyeke mayînde tekoşînê bimeşînin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê êrîşên komên çete yên li herêma Kobanê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de şoreşa azadiyê ya Rojava hate bîranîn û wiha hate destpêkirin: “Ji destpêka şerê azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê şervanên me di hemû çeperên şer ên pêşî de cihê xwe girtin û berxwedaneke bê hempa dane meşandin.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin û dayîkên kurd bê dudilî tevlî berxwedana azadiyê bûn.
Di berdewama daxuyaniyê de banga serferberiyê ya fermandariyên YPG/YPJ'ê hatin bîranîn û wiha hate domandin: “Dayîkên me bi îradeyeke xurt tevlî qadên berxwedanê bûn û kevneşopên civakê ya li dijî jinan şikandin. Jinan û dayîkan erka xwe ya parastinê pêk anî û heta niha di xeta parastina rewa de mane.”
Di daxuyaniyê de hêza hevpar a gelê kurd û ereb ku li dijî êrîşên çeteyan tê meşandin hate bibîranîn û wiha hate destnîşankirin: “Gelê me bi kurd û ereban bi rihê fedekarî li dijî êrîşên çeteyan hêza xwe kirin yek û bersiva êrîşên çeteyan dan.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPJ'ê bi hemû hêza xwe parastina hemû beşên civakê kirin û wiha hate domandin: “Careke din hêzên YPJ'ê berxwedanek bê hempa dane meşandin. Bi berxwedana xwe efsaneyên dîrokî dinivsînin û di şerê azadiyê de li kêleka zilam cihê girtin. Me di qonaxê de karîbû hêza xwe bike hêzeke jinan a ku nasnameya xwe ya zayendî û welatê xwe bi hev re biparêze.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di şerên dawî yên li başûrê herêma Xweser a Kobanê ku 3 rojan dewam kirin de hin endamên YPJ'ê di çeperên pêş de jiyana xwe ji dest dan û ev tişt hate gotin: “Hevalên me bi qehremanî di çeperên pêş de jiyana xwe ji dest dan û li pey xwe nameya ku dibêje jin dê welatê xwe biparêze. Eger hate xwestin em ê can û rihê xwe ji bo azadiya welatê xwe feda bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin û gel perwerdekirî û rêxistinkirî be, dê karibe bibe xwe vîneke azad û wiha hate gotin: “Berxwedana şervanên YPJ'ê ya li dijî êrîşên komên çete ku li dijî hemû nirxên mirovahiyê pêk tên, ji her kesî re îspat kir ku ew gihiştiye asta herî bilind ji zanebûnê ku karibe civakê birêve bibe.”
Di daxuyaniyê de di kesayeta şervanên YPJ'ê Rûken Kobanê, Rengîn Tolhildan, Zelal Berxwedan, Rojîn Zap û Hêlîn Kobanê ku di berxwedana dawî ya li Kobanê jiyana xwe ji dest dane hate bibîranîn û ev tişt hate gotin: “Di kesayeta hevalên me de diyar bû ku jinên kurd dê teslîmkariyê nekin, dê heta deqeya dawî li ber xwe bide û pêşengiya civakê bike.”
Di daxuyaniyê de kesayeta şervana YPJ'ê Rûken Kobanê ku ji Amedê hatibû parastina Rojava bike hate bibîranîn û wiha hate domandin: “Hevala me Rûken, keça Mad e, bi hêz û cesareta xwe karîbû bibe pira navgîn a di navbera gelê Amed û Kobanê û bi vê yekê xelekên berxwedana şervanên YPJ'ê Silava, Warşîn, Bêrîvan, Azadî, Jiyan Sozdar, Jînda û Roksan ên ku kêliyekê jî ji bo parastina nirxên xwe gav paş ve ne avêtin û bûn bingeha baweriya hemû hevalên me ku niha di xeta parastina civakê de têdikoşin.”
Di daxuyaniyê de wiha pêde çû: “Li ser vê esasî em wekî şervanên YPJ'ê û YPG'ê dê soz û dilsoziya ku me bi şehîdên xwe re daye bidomînin û bibin hêza ku dê li dijî êrîşên hêzên tarî biserkevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelan û gelê Sûriyê hate kirin ku li pişt hêzên YPG/YPJ'ê bibin yek û soz hate dayîn ku dê YPJ û YPG'ê riya rastiyê berxwedana xwe bidomîne û wiha daxuyanî bi dawî bû: “Serkeftin dê para me be em xwediyê mafê rastî ne. Em ê serkeftina xwe bikin serkeftineke mayînde.”
(ie/jh)
