1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. YPJ ya Kobanê: Serkeftina HDP’ê encama xebatên jinan e
YPJ ya Kobanê: Serkeftina HDP’ê encama xebatên jinan e,ypj,ya,kobanê,serkeftina,hdp,ê,encama,xebatên,jinan,e

YPJ ya Kobanê: Serkeftina HDP’ê encama xebatên jinan e

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi daxuyaniyekê serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de pîroz kir.

Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi peyamekê serkeftina HDP’ê pîroz kir. Peyama YPJ’ê wiha ye: “Ji warê Rêvanan, Stêrkan, Zehrayan, Êrîşan, Gelhatan û Arînan em ji Kobanê serkeftina HDP’ê pîroz dikin. Ev serkeftin ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest serkeftinekî mezin e.”

Fermandariya YPJ’ê behsa rola jinan a di encamên hilbijartinan de kir û wiha berdewam kir: “Serkeftina HDP’ê di ancama xebatên jinê de bi dest ketiye. Em vê serkeftinê ji dil û can li Rêber Apo, jinên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.”

(ge)