1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. YPJ'ê li taxa Hilêliyê navendek xwe vekir
YPJ'ê li taxa Hilêliyê navendek xwe vekir,ypj,ê,li,taxa,hilêliyê,navendek,xwe,vekir

YPJ'ê li taxa Hilêliyê navendek xwe vekir

A+ A-

ANHA - QAMIŞLO- Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo navenda xwe ya bi navê Şehîd Newroz vekir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo ku li taxa Hilêiyê ya bajarê Qamişlo navendek xwe veke, merasîmek lidar xist. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştre Endamê Rêveberiya YPJ’ê Amara ya taxa Hilêliyê bal kişand ser berxwedana Kobanê û îradeya ku îro şervanên YPG/YPJ’ê dayî diyarkirin ku cîhan hemû şaş hiştiye. Amara wiha got: "Îro li tevahiya eniyên şer û her cihî jinên kurdan xwe daye îspat kirin. Em wek YPG/YPJ’e amadene ku vî gelî biparêzin û canê xwe bidin. Hevalek me şehîd dikeve bihezaran ciwan çekên wan radikin. Jina kurd û YPJ’ê îro di cîhanê de xwe îspat kiriye û artêşek ya jinê dane avakirin. Em ê heya demleya xwîna xwe ya dawî şer bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin."

Piştre dayîka Newroz axavtin kirin û navenda nû ya YPJ’ê li tevahî şervanên YPJ’ê û gelê kurd pîroz kir.

Keçika biçûk ya bi navê Tolîn helbestek got.

Piştre dayîka Newroz deriyê navenda YPJ’ê vekir. Gelê taxê û endamên YPJ’ê li navendê geriyan û dayikan jî bi tîlîliyan qêriyan.

Bi girtina govendê vekirina navenda YPJ’ê bi dawî bû.

Hêjayê gotinê ye heya niha li Qamişlo de 3 navendên YPJ’ê hatine vekirin.

(ra)