1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPS: Balafirên şer Nisêbîn bombebaran kirin
YPS: Balafirên şer Nisêbîn bombebaran kirin,yps,balafirên,şer,nisêbîn,bombebaran,kirin

YPS: Balafirên şer Nisêbîn bombebaran kirin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê daxuyand ku balafirên şer duh êvarê Nisêbîn 4 caran bombebaran kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)

Koordînasyona Giştî ya YEkîneyên Parastina Sivîl (YPS) têkîldarî berxwedan û dorpêça li Şirnex, Nisêbîn û Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di nûçeya ku ANF'ê weşand de YPS têkîldarî Nisêbînê agahiyeke girîng parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Taxa Alîka ya Nisêbînê ji aliyê balafirên şer ve 2 caran hatiye bombebarankirin. Ardêşa TC a ku bêperwa êrîşî bajarên Kurdistanê dike, balafirên şer jî xistin dewreyê û hewl dide berxwedanê têk bibe. Li dijî vî teknîka bi her awayî yekîneyên me yên parastina cewherî berxwedana bêhempa ve didomînin." Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên şer duh êvarê 4 noqteyên taxa Alîkayê bombebaran kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Nisêbîn, Şirnex û Wanê herî kêm 19 tîmên taybet hatine kuştin, li Şirnexê jî di 15 û 17 Nîsanê de endamên YPS'ê Mehmet Gun (Sefkan) û Azad Gun (Destan) jiyana xwe ji dest dane.

(sa)