1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPS’ê bîlançoya Şirnex, Nisêbîn û Geverê eşkere kir
YPS’ê bîlançoya Şirnex, Nisêbîn û Geverê eşkere kir,yps,ê,bîlançoya,şirnex,nisêbîn,û,geverê,eşkere,kir

YPS’ê bîlançoya Şirnex, Nisêbîn û Geverê eşkere kir

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî şer û çalakiyên li Nisêbîn, Gever û Şirnexê daxuyaniyeke da

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Gever, Nisêbîn û Şirnexê 10 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de nasnameya 10 şervanên YPS’ê yên li cih û dîrokên cuda jiyana xwe ji dest dane jî hate eşkerekirin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li hember êrîşên çeteyên Qesrê yên faşîst ku li ser herêmên xwerêveberiyê pêk tînin, berxwedana yekîneyên me yên xwerêveberiyê û çalakî didomin.”

Di vê çarçoveyê de têkildarî encamên şerên li Nisêbîn, Navenda Şirnex û Geverê ev agahî hatin parvekirin:

NISÊBÎN

26’ê Adarê saet 01:00 – 02:00’an dema ku 3 çeteyên Qesrê dixwestin ji aliyê Weysika ya Taxa Koçer ve bikevin malekê, ji aliyê hêzên me yên parastina sivîl bi çekên ferdî hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de encamên zelal nehatin bidestxistin. Di heman rojê de çeteyên Qesrê bû hedefa hêzên me û bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin. Ev çete bi giranî hatiye birîndarkirin.

Kepçeya ku dixwest bikeve taxê ji aliyê hêzên me ve bi awayekî bi bandor hatiye hedefgirtin û îmhakirin. Di wesayîtê de 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin.

26’ê Adarê çeteyên Qesrê, di encama êrîşên bombeavêjan de li Taxa Kalikayê maleke şewitandin.

GEVER

26’ê Adarê di saetên şevê de çeteyên Qesrê xwestin ji Ofîsa Petrolê ya Kûrtlar a di têketina Taxa Cûmhûriyetê de cih digire ve bikevin Taxa Cûmhûriyetê. Yekîneyên YPS’ê ev êrîş ferq kirin û li hember 2 wesayîtên ji 25 POH û JOH pêk dihatin çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama sabotajê de 5 polîs hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Di nava çend rojên dawî de çeteyên AKP’ê bombeyên fosforê avêtine çend taxan. Di encama bikaranîna van bombeyan de li gelek cihan şewat derketine.

ŞIRNEX:

26’ê Adarê hêzên me yên xweparastinê, li Şirnexê li dijî Qereqola Mehmet Îşler a Polîsên Tirk bi çekên giran ve çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de 2 polîsen Tirk hatine kuştin.

NASNAMEYÊN ŞÊRVANÊN KU JIYANA XWE JI DEST DANE WIHA NÊ:

YPS’ê nasnameyên şervanên xwe yên ku di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Nasnameyên şervanan wiha ne:

Nasnav: Rizgar Amed

Nav: Ferhat Yaşa Dayik : Hacîre Bav: Mehmet Cihê Jidayikbûnê: 1999 Amed Cih û Dîroka Şehadetê : 26 Adar Nisebîn

Nasnav: Şervan Cûdî Nav û Paşnav: Mahmût Surgît Navê Bav: Alî Cihê Jidayikbûnê: 2000 Şırnex Cihê Şehadetê: Şirnex

Nasnav: Diyar Cûdî Nav û Paşnav: Mehmet Ûnal Dayik û Bav: Sarya-Mahmut Cihê Jidayikbûnê: 1992 Şirnex/Gundikê Melê Cihê Şehadetê: Şirnex Nasnav: Rengin Şerefxane Nav û Paşnav: Ceylan Sayar Dayik û Bav:Suna - Abdurrahim Cihê Jidayikbûnê: 1993 Wan / Mehmûdî Cihê Şehadetê: Şirnex

Nasnav: Sîpan Amed Nav û Paşnav: Mustafa Ekîn Navê Bav: Mehmet Cihê Jidayikbûnê: 1997 Amed Cihê Şehadetê: Gever

Nasnav: Arîn Rojhat Nav û Paşnav: Tulay Eren Dayik û Bav: Ferdihal- Abdullah Cihê Jidayikbûnê: 1996 Bêdlîs Cihê Şehadetê: Gever Nasnav: Reşit Nav û Paşnav: Davut Kurt Dayik û Bav:Makbule- Cafer Cihê Jidayikbûnê: 1991 Wan / Erdîş Cihê Şehadetê: Gever

Nasnav: Zana Nav û Paşnav: Zeynel Abîdîn Oral Dayik û Bav:Lutfiye- Mehmet Şahîn Cihê Jidayikbûnê: 1990 Mêrdîn / Stewrê Cihê Şehadetê: Gever

Nasnav: Şervan Amed Nav û Paşnav: Habîp Akar Dayik û Bav:Ferîde-Îsmet Cihê Jidayikbûnê: 1997 Amed Cihê Şehadetê: Gever Nasnav: Rojvar Arvin Nav û Paşnav: Yuksel Sumbul Dayik û Bav:Besra - Selahadîn Cihê Jidayikbûnê: 1984 Erzirom / Gogsî Cihê Şehadetê: Gever