1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPS-Şirnex avabûna xwe îlan kir
YPS-Şirnex avabûna xwe îlan kir,yps,şirnex,avabûna,xwe,îlan,kir

YPS-Şirnex avabûna xwe îlan kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Li dijî êrîşên vîna rêveberiya xweser a gel Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) a Şirnexê avabûna xwe îlan kir. YPS’ê ragihand ku dê li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin. Di daxuyaniyê de jî bang têkoşîna hevgirtinê li gelên Tirkiyeyê hat kirin.

Bi rojan e ku li Şirnexê gel li dijî rewşa awarte û dorpêça li ser navçeyan li ser piyan e. Yekiniyên Parastina Sivîl (YPS) a Şirnexê avabûna xwe îlan kir. Di daxuyaniya ku endamên YPS’ê jî tevli bûn de hat diyarkirin ku bi salan in li dijî pêkanînên qirkirin û pişaftinê têkoşînek tê dayîn û wiha hat gotin: “Li Bakurê Kurdistanê bi salan e ku têkoşîna jiyanek bi rûmet tê dayîn îro jî ev têkoşîn, li çiya, deşt, bajar û gundan belav bûye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê kurd ji bo çand, nasname, ziman û pêşeroja xwe biparêze bi havîna sala 2015’an rêveberiyên xwe yên cehwerî îlan kir û li hemberî vê yekê jî êrîşên dewletê pêk hatin û daxuyanî wiha dom kir: “Dewleta tirk a dagirker, artêş û hikûmeta AKP’ê ku vîna xwerêvebirinê ya gelê me hezim nekirine, Kurdistanê bajêr bi bajêr, navçe bi navçe dorpêç kirine, zarok, extiyar, jin, zilam û hemû kesî di qetlîaman de derbas dike.”

Banga li gelên Tirkiyeyê

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêveberiya cewherî ne tenê ji bo kurdan pêwist e û ev tişt hat destnîşankirin: “Bêdengiya li hemberî van qetlîaman tê wateya hevparbûna van qetlîaman. Ji ber wê jî divê her kes li dijî van qetlîaman bihistyar tevbigere. Gelê kurd vê têkoşînê tenê ji bo xwe nade meşandin. Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ya hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Ji ber wê jî divê her kes di nava vê têkoşînê de be.”

Ji berîna niha jî li Cizîr, Silopî, Hezex, Sûrê û Nisêbînê jî Yêkîneyên Parastina Sivîn (YPS) hatibûn îlan kirin.