1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yuksekdag: Ev fikara we ji ber çi ye?
Yuksekdag: Ev fikara we ji ber çi ye?,yuksekdag,ev,fikara,we,ji,ber,çi,ye

Yuksekdag: Ev fikara we ji ber çi ye?

A+ A-

Stenbol 19.07.2014 08:44:55 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bersiv da gotina Erdogan a ‘Divê HDP ne li Meclîsê be’ û got: “Gelo HDP bi dengê we hatiye ku çûyîna wê ji we bipirse. Hûn bi kîjan mafî biryara çûyînê didin? Gelo ev fikara we ji ber çi ye, ji tirsa çûyîna koltixê we ye?"

Vekirina buroya hilbijartinê ya Bahçelîevler a namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi coşeke mezin hate vekirin.

Li gel Yuksekdag , rêveberê navçeyê, endamê HDP'ê yê Meclîsa Partiyê PM’ê Erdal Demîrhan û Hevserokê HDP’a Stenbolê Şamîl Altan tevlî bû.

Di çalakiyê de deqeyek rêz hat girtin. Piştre Yuksekdag axaftinek kir û diyar kir Tirkiye û Rojhilata Navîn êdî ne ji aliyê dîktarorên dîrokê ve, ji aliyê gelê ku li dijî zilm û tarîtiyê têkoşiyane dê bê nivîsandin.

EV FIKARA WE ÇI MA?

Yuksekdag bal kişand ser gotina Erdogan a ‘Divê HDP ne li Meclîsê be’ û got: “Gelo HDP bi dengên we hatiye ku çûyîna wê ji we bipirse. Çi mafê we heye ku hûn vê biryarê didin? HDP heta niha bi berdêldayînê hatiye vê astê. HDP bi van koltixan nehat siyasetê lê hûn bin koltixan diçin siyasetê. Hûn bi wan koltixan ve zeliqîne. Em vê rastiyê bi bîra Serokwezîr dixînin. Gelo ev fikara we çi ye, ji tirsa windakirina koltix e?"

Yuksekdag her wiha da zanîn ku AKP ya ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê dê hesab bide û got dê hêzên piştgiriyê didin hovîtiya çeteyan her tim bi vê şermê bijîn.