1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Yuksekdag: Yên encamên şer mereq dikin bila li salên 90'an binêrin
Yuksekdag: Yên encamên şer mereq dikin bila li salên 90'an binêrin,yuksekdag,yên,encamên,şer,mereq,dikin,bila,li,salên,90,an,binêrin

Yuksekdag: Yên encamên şer mereq dikin bila li salên 90'an binêrin

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di merasîma bibîranîna 33 ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin de bal kişand li ser polîtîkayên şer û wiha got: "Heke encamên şer ê ku derxistine mereq dikin bila li salên 90'an binêrin di salên 90'an de qasî ku êrîş û qatlîam hebûn berxwedana gel jî hebû."

Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGD) li Îzmîrê û ESP bi merasîmekî 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Merasîma bîranînê ya ku hate xwestin li Şanoya Vekirî ya Fuarê li dar bixin lê polîsan asteng kirin û li cem fuarê li qadeke hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan, hevserokên HDP'ê, malbatên kesên ku hatin qetilkirin û yên birîndar bûn beşdarî merasîmê bûn. Di merasîma ku pankarta "Kobane em tên cem te" hate vekirin de dirûşmên "Şehidên Pirsûsê bêmirin in" "Ji Arînê heta Sîbelê em ber bi serkeftinê ve diçin" "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Welatiyên ku beşdarî merasîmê bûn pêlîstokên ku anîn cem xwe ji bo bişînin Kobanê teslîmî endamên SGD û ESP'ê kirin, ji bişînin Kobanê kart hatin firotin.

Merasîmê birêzgirtinê dest pê kir, şano hate pêşandan, Koma Muzîkê ya BEKSAV'ê û Pinar Aydinlar jî derketin ser dikê.

Yuksekdag li dijî polîsên ku nehîştin merasîmê li fuarê pêk bînin nerazîbûn nîşan da. Yuksekdag wiha axivî: "Heke encamên şer ê ku derxistine mereq dikin bila li salên 90'an binêrin di salên 90'an de qasî ku êrîş û qatlîam hebûn berxwedana gel jî hebû. Bila vê yekê ji bîr nekin salên 90'an tijî enqaza partiyên siyasî ye." Yuksekdag bilêv kir ku tu hêz nikare li hemberî gelên ku li berxwe didin bisekinin.

Merasîm bi stranên Ferhat Tunç ve bi dawî bû.

(sa)