1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Yê rêza gel negire ji gel jî rêzê nabîn`
`Yê rêza gel negire ji gel jî rêzê nabîn`,yê,rêza,gel,negire,ji,gel,jî,rêzê,nabîn

`Yê rêza gel negire ji gel jî rêzê nabîn`

Kaplan: Yê rêza gel negire ji gel jî rêzê nabîne

A+ A-

Heyeta ku piştî êrîşa polîsan a li hemberî gel hat Cizîrê bi malbatên ku zarokên wan hatine girtin re hatin ba hev. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan diyar kir ku yê ji gel re rêz negire gel jî jê re rêz nagire û anî ziman ku yên ev bêrêzî kirine dê bên tespîtkirin û navên wan bên deşîfrekirin.

Li navça Cizîra Şirnexê piştî ku polîsan mûdaxaleyî pîrozbahiya Newrozê kirin û bi çekên lûledirêj avahiya BDP'a navçê gullebaran kirin, parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan û parlementerê Wanê Ozdal jî di nav de heyeta BDP'ê hat Cizîrê û lêkolîn kirin. Heyetê îro li avahiya BDP'ê bi 20 malbatên ku zarokên wan di bûyeran de hatine girtin re civîn lidar xist. Rêvebirên BDP'ê û şaredarên BDP'î jî tevlî civînê bûn. Parlementerê Wanê Ozdal Uçer di civînê de axivî û got; "Çi dibe bila bibe gleê kurd dê ji têkoşûna xwe ya birûmet paşve gav neavêje."

Heyetê Goren jî ziyaret kir

Heyet piştre Cîgirê Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren ku ew jî bi 69 kesan re hatibû binçavkirin û piştre jî serbest hat berdan ziyare kir. Goren heyet li ber derî pêşwazî kir û ji ber bihîstiyariya wan ji heyetê re sipasiyên xwe pêşkêş kir. Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan jî li ser navê heyetê axivî û got; "Li herêma Şirnexê li dijî şaredar û hilbijêrên wê operasyoneke berfireh pêk hat. Hema hema hemû rêvebirên wan ên li Şirnexê hatin girtin. Ev yek nîşan dide ku li dijî ji sedî 80'ê denggirtina me bêtehemmûliyeke mezin heye."

Kaplan ji Cizîrê bang li hikûmetê jî kir û wiha axivî: "Heke hûn vîna vî gelî hilbijêrên wan nas nakin û hûnê dijminiya vî gelî bikin, wê demê hûnê nekaribin ji vî gelî re rêzê jî bigirin. Em jî ji vir û pê de yên ku bi vî awayî nêz dibin dê tespît bikin û navên wan îlan bikin. Kî dibe bila bibe em ê di nava gel de navên wan îlan bikin. Yên ku rêzê ji vî gelî re negire, ev gel jî li hemberî wî rêzê nagire.

Piştî axaftinên hatin kirin Heyeta BDP'ê kesên ku di dema mûdaxaleyan de birîndar bûne yek bi yek ziyaret kirin. Piştî serdanê heyetê dikandarên navçê ziyaret kir. Balkêş bû ku di gera heyetê de gel eleqeyeke mezin nîşanî wan da.

(ak)