'Zagona tecrîdê' vê hefteyê li Meclîsê ye
Pêşîniyara Zagona Têkildarî Tedbîrên Ewlehî û Cezayan a ku ji bo hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re asteng bikin hate amadekirin, dê di nava vê hefteyê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê pêşkêşkirin.
Di rojeva Meclîsê ya vê hefteyê de li gel guharîna zagonên têkildarî Çek an de zagona taybet a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate amadekirin a Pêşîniyara Zagona Têkildarî Tedbîrên Ewlehî û Cezayan jî heye. Zagon dê vê hefteyê li Meclîsê bê nirxandin. Di zagonê de xizmên girtiyê nexweş bi rapora lijneya tendursîtiyê dikarin xizmê xwe yê nexweş dikare ziyaret bike. Heke zagon bikeve jiyanê girtiyên cezayê muebetê girtin ji vê yekê fêde nagirtin.
Li gorî pêşniyarê; ji bilî girtiyên cezayên mubetê girtin, girtiyên din dê bikaribin rojekê bi destûr ji ber nexweşiya dayîk, bav, hevser, bira, xwîşk, zarok, dayîka hevserê xwe û bavê hevserê xwe re yên bi rapora lijneya tenduriyê hate dîtin ziyaret bikin. Heke ji bo derveyî welat be ji girtî re destûr nayê dan. Li gorî zagonê girtî bi refkata peywirdarê ewlehiyê yê derve ji bilî dema riyê dikare xizmê xwe yê nexweş ê talukeya jiyana wî heyî rojekê ziyaret bike. Di çarçoveya heman zagonê de ji bo kesên talukeya wan neyî disa bi heman hincetê û destûra Serdozgeriya Komarê ji bo cenazeyên kesên hatin diyarkirin 2 roj dê destûr bê dan.
Hevdîtina parêzeran asteng dikin
Di pêşniyarê de heke girtî bi kesê pê re hevdîtinê dike û bi rê ya wî kesî re faliyetên rêxistinekê beralî bike ev yêk şênber bê dîtin li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê û biryara Dadgerê Înfazê di nav de hevdîtina parêzer û kesên din heya 6 mehan dê bê sînorkirin. DÎHA (ft/mae)
