1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Zanyar li dû mija kozmîk a nepenî ne
Zanyar li dû mija kozmîk a nepenî ne,zanyar,li,dû,mija,kozmîk,a,nepenî,ne

Zanyar li dû mija kozmîk a nepenî ne

A+ A-

LONDON 03.07.2014 07:05:29 Sira bi mîlyaran stêrkên li esmanan hînê li benda ronîbûnê ne. Zanyarên Amerîkî jî hewl didin sira mijekî kozmîk ê bi tenê hezar salên ronahiyê dûrî cîhanê ye, ronî bikin.

Tê texmînkirin ku mija navê G70.5+1.9 lê hatiye kirin, piştî teqîna mezin a stêrkê (supernova) derketiye holê.

Mijê kozmîk ê weke kevanekê tê dîtin û navê G70.5+1.9 lê hatiye kirin, hezar salên ronahiyê dûrî cîhanê ye. Mijê kozmîk bala astronotan dikşîne. Mijê kozmîk G70.5+1.9 ê ji hîdrojenê, ku di nava komên mijên kozmîk ên Kataloga yek ji astronotên navdar ên sedsala 20'an Stewart Sharpless a bi navê wî Sharpless Katalog de cih digire, tê texmînkirin ku piştî teqîna mezin a stêrkê (Supernova) rû daye. Bermayiyên piştî teqîna mezin, bi giranî bi şêweyê kevanê tên dîtin.

G70.5+1.9, li xala destpêkê ya komên mijê yên bi navê Sharpless 100 de cih digire û beşek ji baskê Perseus ê Rêya Şîr (Milky Way) ye. Zanyaran destnîşankirin ku maddeyên li van mijên kozmîk û maddeyên piştî supernova li fezayê belav bûne dişibin hev. Di lêkolînên cuda yên li ser G70.5+1.9 de, hat dîtin ku ji van mijan rontgen yan jî tîrêjên radyoyê derneketin holê. Lê belê ev ne li dijî teroriya ku dibêje G70.5+1.9 bermayiya supernova ye.

Di dîmenên ji aliyê teleskopa bi navê Mayall a ji aliyê Zanîngeha Alaska ve hat kişandin de hat dîtin ku mijên kozmîk ên bi navê G70.5+1.9, mîna piştî teqîna mezin a stêrkê, weke kevanekê belav bûye. Di wêneyên hatin kişandin de beşa bi rengê sor tê dîtin hat tespîtkirin ku hîdrojen e ya bi rengê şîn jî sulfur e.

Lê belê li gel van hemû lêkolînan jî sira G70.5+1.9 bi temamî nehatiye ronîkirin û hemû materyalên tê de hînê baş nehatine tespîtkirin. Wêneyên optîk ên mijên nepenî hînê li Mala Çavdêriya Optîk a Antronomîk a Neteweyî (NOAO) tê nîşandan.