1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zanîngehê boykot kirin
Zanîngehê boykot kirin,zanîngehê,boykot,kirin

Zanîngehê boykot kirin

A+ A-

Xwendakarên Kurd ên li Zanîngeha Helebê, ji ber ku zanîngeh ji aliyê hêzên sîxûrî yên Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin, şermezar kirin. Platforma Xwendekarên Kurd roja Pênçşemê ragihand ku ew zanîngehê boykot dikin.

Xwendekarên Kurd ragihandin ku yekîneyên taybet ên îstîxbarata Sûriyeyê mudaxeleyê jiyana wan dike û di ketin û derketina zanîngehê de hertim lêgerîn pêk tînin. Platforma Xwendekarên Kurd ragihand ku ew li rastî tacîzên devkî tên û bi sîxûriyê tên sûcdarkirin, ji ber wê jî “Em zanîngehê boykot dikin”.

Platforma Xwendekarên Kurd got; “Zanîngeh bûye wek biryargehek a leşkerî” û ji rêveberiya zanîngehê xwest ku yekîneyên sîxûrî û hêzên ewlekariyê ji zanîngeh û kampûsê bêne derxistin. Hewwiha xwendekarên Kurd xwe ku di demek zû de xwendekarên li zanîngehê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin serbest bêne berdan.

Hat ragihandin ku xwendekaran eleqeyek baş nîşanî vê biryara Platforma Xwendekarên Kurd da û gelek xwedekar zanîngehê terikandin û vegeriya malên xwe.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî