1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zarokên Kobanê çi çêdikin?
Zarokên Kobanê çi çêdikin?,zarokên,kobanê,çi,çêdikin

Zarokên Kobanê çi çêdikin?

A+ A-

XÛNAV ÎSA

KOBANÊ – Li qadeke wêrankirî ji tiştên kevin û bermahiyên şer malên xeyalî çêkirine û di demên xwe yên vala de lê dilîzin.

Komek zarokên (3 heta 10 salî) ên bajarê Kobanê piştî ku ji dibistanê vedigerin, dema xwe li qadeke berferh a taxa Botan a Rojava derbas dikin. Beriya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li vê qadê malên welatiyan hebûn, lê di êrîşan de bi tevahî hatin wêrankirin.

Zarok li vir lîstoka bi navê ‘Malku’ dilîzin. Zarok keviran li cem hev rêz dikin û pê maleke biçûk çêdikin. Li vê malê gelek ode jî hene. Zarok bi van lîstokan şa û bextewar dibin. Lê vê carê kevirê ku zarok pê malên xeyalî ava dikin, ne kevirên normal ku dihatin bikaranîn. Malku jî vê carê ne wekî her car e û kêmekî cudatir e. Kevirên ku zarok bikar tînin, bermahiyên wêraniyê û alavên li erdê ne. Di êrîşan de zêdetirî nîvê malên welatiyên hatin rûxandin.

Zarok pêdiviyên lîstoka xwe ji malên cîranan tînin. Di hundirê malên biçûk de firaxên şikestî, tiştên zengarî, sênîk, qutîkên konsirwa û pêdiviyên dîtir bicih kirine.

Zaroka bi navê Serab (9) ku bi zarokan re dilîst, toz û axê li kincên wê zêde girtibû, lê rûkeniyê wê ronahî daye derdora xwe.KOBANE-JIYANA-ZAROKAN-4

Serabê wiha dibêje: “Me ev hemû tişt ji mala apê min a ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê wêranbûye, anîn.Em tiştên kevin tînin û pê mala xwe dixemilînin, da ku em tê de bilîzin.”

Zarok fêrî lîstina li vê qadê bûne. Ew piştî ku ji dibistanê vedigerin û peywirên xwe yên perwerdehî bicih tînin, berê xwe didin qada lîstokê. Li vir her yek ji wan ji xwe re malek çêkiriye û ji bo ku bilîzin, pêlîstok ji xwe re amade kirine.

Dema ku me Serab dît, wê û hevala xwe di xwaringeha mala xwe ya biçûk de, xwarineke xeyalî çêkirine. Ji ax û gîhayê şekil dane vê xwarinê, li odeyekê jî lawikek li ber sobeya xerabûyî rûniştî ye. Serabê ew sobe ji mala apê xwe ya wêranbûyî aniye.

Di vî dîmenî de her zarokek bi karekî ve mijûl bûye, hemû di bin toz û axê de mane, ew hemû dikenin û xema wan nîn e.

(xê/he)

ANHA


Bêjeyên Miftehî