1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zarokên kurdan dê li vir perwerde bibînin
Zarokên kurdan dê li vir perwerde bibînin,zarokên,kurdan,dê,li,vir,perwerde,bibînin

Zarokên kurdan dê li vir perwerde bibînin

Dê zarokên kurdan li vê dibistana xerabe perwerde bikin

A+ A-

Piştî erdheja Wanê biryara Dibistana Seratayî ya Husref Paşa bê bihêz kirin hate girtin. Hate dîtin ku qeyda xwendekarên kurd li dibistana xerabe ya ku hêj înşata wê didomin tên girtin.

Li Wanê piştî erdhejan hêj birînên bajar nehatine dermankirin û hinek xebat ji mirinan re dewetiyan derdixin. Piştî erdheja Wanê gelek dibistan xerabibûn û gelek dibistan jî hatibûn asta neyên bikaranîn. Ji ber vê yekê li bajar pirsgirêkên perwerdehiyê derketibûn û hêj didomin. Dibistana Seratayî ya Husref Paşa ya li taxa Bahçivanê pişt erdhejê zirar dît biryara bihêzkirinê bê kirin hatibû girtin. Ligel belgeyên fermî di mehên havînê de tu xebat nehatin kirin û piştî perwerdehiyê dest pê kir xebatên restorasyona dibistanê dest pê kirin. Di çarçoveya xebatan de diwarên avahiyê hatin xerakirin û di kolonan de jî xebata bi hêzkirinê hatin destpêkirin. Ligel vê xebatê di qata jêrîn de bi dehan mamoste, xwendekar û malbatên wan karên qeydan dikin. Ligel dibistan talokeya hilweşînê heye jî ev xebatên qeydan didomin.

'Rayedar li hemberî geşedanan bêhestiyar in'

Ji mamosteyan Îlhan Dîkîcî, diyar kir ku di bin rîska mirinê de xebatan dikin û ji ber bêhestiyariya rayedaran jiyana wan di talokeyê de ye. Dîkîcî, anî ziman ku dema dibistan di betlanayê de bûn li dibistanê tu xebata nehatin kirin. Dîkîcî, da zanîn ku berê jî dema xebatên tadîlatê dihatin kirin 150 mamoste û zêdehî hezar xwendekaran lil dibistanê perwerdehî di dît û hêj jî gelek welatî ji bo karên fermî tên dibistanê. Malbatan jî bertek nîşanî vê yekê da û diyar kirin ku dibistan rîskekî mezin pêk tîne.

Midûrê dibistanê jî îdîa kir ku li dibistanê tu pirsgirêk tunene û wiha got: "Kesên nexwazin bikevin dibistanê bila nekevinê, em tu kesî bi zorê nabin dibistanê."

(bd/mae)