Zarokên me ligel muzikê fêrî xweza, demokrasî û çandê dibin
DÎCLE MUFTUOGLU
AMED (DÎHA) -Li Konservatuara Aram Tigran, zarok di temenê xwe yên biçûk de li gel muzîkê fêrî xweza, çand û demokrasiyê dibin. Zarokên ku perwerdehiya rîtîm û muzikê dibînin, hem fêrî jiyana komîn dibin û hezkirina xwezayê pêş dixin. Fêrker Şerko Kanîwar, diyar kir ku roj bi roj di zarokan de guhertin çêdibin zarok bi perwerdehiyê tiştên nû fêr dibin.
Konservatuara Aram Tîgran ku zarokan di qada mûzîk û rîtîmê de perwerde dike, di heman demê de zarokan fêrî jiyana komîn û têkiliya bi xwezayê re jî dikin. Zarok li aliyekî fêrî hunera muzîk û rîtimê dibin, li aliyê din çanda demokrasî, hevpariyê dibin. Konservatuara Aram Tîgran ji temenê 4 salî heta ciwanan ferî şano, muzîk, resîm û sînemayê dike. Zarokên 4 sali ferî rîtîmê dibin. Konservatuar bi tevlêbûna hezar kesan Orkestraya Rîtima Xwezayî di 26'ê Gulanê de dabî û Amed bi cîhanê dabû naskirin. Zarokên ku temenê wan di navbera 4 û 14 salî de derketin ser dikê bi perwerdehiyê fêrî muzîk, rîtim û hestiyariya xwezayî bûn. Zarok her hefte bi perwerdehiyên cuda bi coşek mezin tev lmi xebatan dibin.
Ji sala 2006'an de perwerde didome
Fêrkerê Konservatuarê Şerko Kanîwar, diyar kir ku yekem car di sala 2006'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dest bi vê xebatê kirin û ji wê demê heta niha vê xebatê dimeşînin. Şêrko, anî ziman ku yekem car li kampa zarokan bi ensturmanên xwezayî dest bi vê xebatê kirin û xwestin hişmendiya ekolojikê bi zarokan bidin qezençkirin.
Şerko, da zanîn ku ewil hêjmara zarokan 50 kes bû û sal bi sal hêjmara zarokan zêde bû. Şêrko, anî ziman ku piştî vê xebatê niha bi zarokên li Konservatuara Aram Tîgran, Navenda Çandê ya Cegerxwin, Dibistana Ferzad Kemanger, Qonaxa Cemil Paşa û Kampa Şengalê re xebatê dimeşînin.
'Hezkirina muzikê arê dilê zarokan geş kir
Şêrko, daxuyand ku di destpêkê de ferkirin, motîvekirin guhdarkirin û perwerdehiya zarokan zor û zahmet bû piştî hezkirina muzikê bi zarokan re çêkir û şûnde muzîkê arê dilê zarokan geş kir û wiha got: "Ez bawer dikim ku ev hezkirin û evîna dilê zarokan dê berdewam bike. Hem harekî zor û zahmet e û hem jî karekî bi keyf û coş e. Zarok hem fêrî muzîkê dibin û hem jî demokrasî, çand û jiyana hevpar fêr dibin. Zarok berî bên vir li muzîka arabesk muzîka populer û muzîkên din guhdar dikirin. Lê piştî vê perwerdehiyê zarok ji sinc û çanda qirêj xwe paqij kirin û bi xweza û çanda xwe re bûn yek. Êdî xwezayê û derdorê diparêzin û paqij digirin. Ger ku zarok baş û rast bên perwerdekirin dê pêşeroj bi heman rengi teşe bigire. Niha hinek li vir keman, çello, defê dixin û çanda muzîkê pêş dixin."
Şêrko, destnîşan kir ku zarokên Şengalê jî perwerde dikin û ji ber zarokên şengalê ji şer reviyane û warê xwe terk kirine perwerdehiya wan zahmet e. Şêrko, anî ziman ku hindik be jî zarokan ji şer dûr dixin.
Sarok dê di 10'ê Hezîranê de derkevin ser dikê'
Şêrko, anî ziman ku dê di 10'ê Heziranê de derkevin ser dikê û wiha got: "Dê 126 zarok derkevin ser dikê. Orkestraya zarokan a mezin îsal dê bi Mikail Aslan re derkeve ser dikê. Dê di 10'ê Hezîranê de li Tîyatroya Amfî ya Sumerparkê derkeve ser dikê. Zarokên ku dixwazin tev li vê xebatê bibin bila bên tev li Konservatuarê bibin.
Zarokên ku perwerdehiyê dibîne Mervan Ozer (7), jî diyar kir ku 2 salin perwerdehiyê dibîne û hem pir kêfxweş e û hem gelek tişt fêr bûye.
Zaroka 10 salî Dicle Dagci jî anî ziman ku mehek e perwerde dibe û rojên wê yên li konservatuarê pir xweş û geş derbas dibin.
Zaroka 12 salî Rojhat Dun jî anî ziman ku ji dibistana dewletê bêtir ji konservatuarê hez kir û vir pir xweş e.
(mae)
