1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zarokên Roboskê yên sêwî mane
Zarokên Roboskê yên sêwî mane,zarokên,roboskê,yên,sêwî,mane

Zarokên Roboskê yên sêwî mane

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU/ DEVRAN TOPTAŞ

ŞIRNEX (DÎHA) - Bavên ji Roboskê yên ku ji bo zarokên xwe pêşerojeke baş ava bikin derketin rê nedizanîn ku karwanê wan ê ku derket rê dê bi mirinê bi dawî bibe û zarokên wan sêwî bimîne. Jiyaneke zehmet li benda zarokên wan ên ku li pey xwe hiştin e jiyana herî zehmet jî Nebî Encu yê hê di zikê dayika xwe de bû sêwî maye ye. Kalê xwe Nebî Encu wekî bavê xwe dizane û bêyî agahiya ku kesê ku wêneyê wî li mala wan daliqandiye bavê wî ye mezin dibe.

Aliyekî qatlîama Roboskê mirin aliyekî wî bombekirina xeyalên 34 canan aliyek jî malbatên wan ên li pey xwe hiştin e. Bombeyên ku jibalafiran ketin tenê bedenên wan parçe nekir û axa neavêt li ser wan, ew bombe di heman demê de ax avêt li ser gundekî. Bi wan bombeyan ve malbat bêzarok man, zarok jî bêbav. Xeyal û jiyanên wan zarokan wekî ku careke din ronî ne kete tunelekî tarî.

Bêyî agahiya bavê xwe mezin dibe

Yek ji wan zarokên Roboskê yên sêwî mane kurê Selman Encu, Nebî Encu ye. Hêj di zikê dayika xwe de sêwî dimîne. Bêyî ku wêneyê kesê li malan daliqandiye bavê wî ye mezin dibe. Bi awayeke pêxas di riya gund de wekî wesayît benek li bîdona mazotê girêdaye û bi vî rengî mezin dibe. Bi tena serê xwe dilîze listikên xwe.

Çavên wî tenêtiya wî vedibêje

Ew nizanibe jî, nebêje jî çavên wî vedibêje hemû rastiyan, kêmasiya di dilê wî de, tenêtiya bêbav mezinbûnê. Tenêtiya di çavên wî de wisa ye ku li cem kesên ku nas nake tenê gotinekî jî nake, evqas dûrî gotina bav e, gotina dayê jî nagire devê xwe.

4 zarokên bêbav man

Fatma Encu ya di qatlîamê de hevserê xwe Selman Encu winda kir rewşa xwe bi gotina "bila xwedê rojeke wisa nede kesekî" pênase dike, piştî qatlîamê bi 4 zarokên ku yek di zikê wê de ye bi tena serê xwe dimîne. Jiyan êdî ne wekî berê ye. Ji bo wê tişta herî bi zehmet mezinkirina Nebî ye. Dema tê dinê ji bo ku nav lê bike jî zehmetiyê dikişîne. Encu dibêje ku xwestine navê bav lê bikin lê ew jî wekî bavê xwe nemire, zarokên wî jî bêbav nemînin ev nav lênekirine.

'Nebî nizane bavê wî tuneye'

Fatma Encu, dema ku qala kurê xwe Nebî yê ku bêbav mezin dibe, digirî û wiha dibêje: "Nebî qet bavê xwe nedît. Xezûrê min ji bo wî bû bav. Yên din wêneyê bavê xwe dinêrin dibêjin bavê me. Lê Nebî nizane. Nizane kalê wî bavê wî nîne."

Fatma Encu ya ku gotina "Piştî qatlîamê em bê kes, feqîr man. Bi rondîkên çavên xwe disekinin" bi kar anî diyar kir ku êdî jiyanekî wan tuneye û beriya qatlîamê rewşa zarokên wê baş bûye.

'DAIŞ jî qatlîameke wisa nekir'

Fatma Encu destnîşan kir ku tiştên ku hatiye serê wan ji ber kurdbûn û feqiriyê ye û ev tişt anî ziman: "Qehra me mezin e. Yên ku hatin qetilkirin tenê ji wan 3 kes zewicî bû. Yên din zarok bûn. Temenê wan 10-15 salî bû. Dibêjin DAIŞ xirab e lê DAIŞ'ê jî xirabiyekî bi vî rengî nekiriye. Zarokên wekî Nebî sêwî hiştin."

'Ez naçim dibistana dewleta ku bavê min qetil kir'

Encu anî ziman ku zarokê wê yê herî mezin Ersîn dema ku qatlîam çêbû diçe pola 7'emîn û wiha got: "Piştî ku bavê wî hate qetilkirin dev ji dibistanê berda. Gote heke dewlet bavê min qetil dike ez jî naçim dibistana wî."

Li pişt Osman Kaplan 5 zarok man

Piştî qatlîamê zarokên Osman û Pakîze Kaplan in. Yê herî mezin niha 14 salî ye yê biçûk jî 8 salî ye û bi vî rengî 5 zarok di 29'ê kanûna 2011'an de kêm dest bi rojê kirin. Pakîze Kaplan anî ziman ku hevserê wê ji bo pêdiviyên wan çûye qaçaxê û piştî ku çûn bi bedena xwe ya parçekirî ve vegeriyaye. Kaplan wiha got: "5 zarokên me yên biçûk hebûn. Ji bo wan bide xwendin diçû sînor. Heke rewşa me baş bûye jixwe nediçû sînor. Tiştên ku dikirin bi zehmet bû. Ji bo debarê wekî din çavkaniyên me tunebûn. Zarok diçûn dibistanê, alîkariya em ji dewletê bigirin jî tunebû. Ma wekî din me yê çawa debara xwe bikira."

Kaplan got ku dewletê hevserê wê qetil kiriye û 5 zarokên wê sêwî hiştiye.

'Ligel ku dilê me dişewite jî em dibêjin aştî'

Kaplan got ku kiryarên qatlîamê diyar in û fermana qatlîamê jî ji aliyê Erdogan ve hatiye dayîn û ev tişt anî ziman: "Heke ferman nedabûye hemû niha sax bûn. 4 sal derbas bûn lê dewlet hê jî kiryaran nabîne. Em ligel her tiştî jî dibêjin aştî. Ligel evqas êş dikişînin dilê me dişewite jî ji bo kesên din menirin em dibêjin aştî. Li Cizîrê, Sûrê li her derê şer heye ligel vê jî em aştiyê dixwazin."

(sa)