1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Zilma tê kirin ji sînoran derbas kiriye´
´Zilma tê kirin ji sînoran derbas kiriye´,zilma,tê,kirin,ji,sînoran,derbas,kiriye

´Zilma tê kirin ji sînoran derbas kiriye´

Çalakgerên greva birçîbûnê: Zilma tê kirin sînorê tehamulê derbas kiriye

A+ A-

Çalakgerê greva birçîbunê yê girtîgeha Tîpa D a Amedê Ercan Şengul û Davut Polat ên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk 46 rojin ketine ketine grevê armanc û biryara xwe bi DÎHA'yê re parvekir. Şengul û Polat, diyar kirin ku heta daxawzên wan ên sereke pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji aliyê endamên PKK'ê û PAJK'ê ve ji 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk dest pê kir, di roja 46'an de berdewam dike. Girtiyê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 12'ê Îlonê de dest bi çalakiyê kir Ercan Şengul û Davut Polat, armanca çalakiya xwe ji DÎHA'yê re vegot.

Çalakger Davut Polat, di sala 1983'an de li navçeya Geverêya Colemêrgê ji dayik bû. Dibistan li Y.İ.B.O'yê xwend. 11 salan dibistan xwend. Pişti lîseyê zanîngeha Marmara ya Stenbolê qezenç kir. Di sala 2008'an de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin. 2.5 salin li Girtîlgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye. Polat, der barê armanca çalakiyê de nerînên xwe wina anîn ziman: "Di salên dawî de li dijî gelê kurd polîtîkayên înkar û îmhayê hatiye dewrê. Gelê kurd heri zêde di serdema komarê de êş kişandiye. Di 30 salên dawî de li Kurdistanê şerekî dijwar tê meşandin. Ev şerê parastin û hemûna gelê kurd e. Ev pêkutiyên înkar û îmhayê li ser gelê kurd tê meşandin êdî sînorê tehamulê şikaniye. Li dijî gelê kurd operasyonên îmhayê tê meşandin. Li dijî gerîla şerê dijzagonî û peymanan navneteweyî tê meşandin. Çekêm kimyewî tê meşandin. Gelê kurd Brêz Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dike. Lê li dijî Brêz Ocalan pêkanên dijmirovahî tê meşandin. Ji bo em li dijî şerê înkar û îmhayê rawestin û em van polîtikayan vala derxin em ketin nava vê çalakiyê. "

'Polîtîkayên AKP'ê tu carî nayên qebûlkirin'

Polat, da zanîn ku li tu devera cihanê li dijî rêberê gelekî û zimanê gelekî polîtakên înkar û imhayê wisa nehatine meşandin û wiha got: "Ev polîtîka tu carî nayên qebûlkirin. Ji ber van polîtîkayan em dibêjn berî her tiştî lazim e azadî, tenduristî û ewlehiya Brêz Ocalan bê dayin. Divê bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe. Dîsa daxwazên gelê kurd ên perwedehiya zimanê zikmakî bê dayîn. Em dibînin ku AKP daxwazên gelê kurd tehamul nake û polîtîkayên perçekirinê dimeşîne. Nêtîkatiya li hemberî Brêz Ocalan nêzîkatiya şer û aştiyêye. AKP vê hesatiyetê nabîne û polîtîkayên perçekirinê dimeşîne. Em vê yekê qebûl nakin. Ev helwseta hikûmetê li dijî azadiya gelê kurd e. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê rola Brêz Ocalan dizane dijmirovahî nêzîk dibe. Em vê yekê qebûl nakin û me dê ji bo azadiya Brêz Ocalan û mafê gelê kurd demokratîk heta dawî têbikoşin." Polat, da zanîn ku polîtîkayên AKP'e yên li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî gelê kurd e û tecrîda li dijî Ocalan li dijî gelê kurd tê meşandin.

'Demokratîkbûna Tirkiyeyê di azadiya Ocalan re derbas dibe'

Polat, anî ziman ku heta daxwazên wan encam bigirin tê çalakiya xwe berdewam bikin û têkoşîna xwe bidnomînin. Polat, bang li her kesên xwedî wîjdan û demokrat kir û xwest li dijî tecrîda ku li ser Ocalan tê meşandin dengê xwe bilind bikin. Polat, anî ziman ku demokratîkbûna Tirkiyeyê di azadiya Ocalan re derbas dibe û xwest her kes li gorî vê rastiyê tev bigere.

'Ziman şertê hebûna gelan e'

Polat, li ser girîngiya ziman jî rawestiya û destnîşan kir ku şertê hebûna gelan ê sereke ziman e û wiha got: "Qedexekirina ziman, înkara netew e. Hebûna gelekî nayê niqaşkirin. Tenê pergalên faşîst dikarin înkar bikin. Dema em li helwesta AKP'ê ya li hemberî gelê kurd dinerin em helwestek faşizmê dibînin. Em bang li gelê kurd dikin ku helwestek zelal bide nîşan û li dijî polîtikayên asimilasyonê dengê xwe bilind bikin. Em bang li ciwanên kurd jî dikin û dixwazinli dijî van polîtikayên înkar û asîmilasyonê di çarçoveya xweseriya demokratîk de tev bigerin. "

Palat, daxuyan ku heta bigêjin armanca xwe tê têkoşîna xwe bi biryar û israr berdewam bikin û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan. Polat, ji gelê kurd xwest ku her kolan, kuçe u taxê bikin qadên berxwedanê û li daxwazên xwe yên sereke xwedî derkevin û biparêzin.

Çalakger Şengul: Azadiya birez Ocalan dê azadiya gelê kurd bi xwe re bîne

Calarger Ercan Şengul jî destnîşan kir ku di sala 1996'an de tevlî PKK'ê bûye û ji bo tedawiya xwe bike hatiye Êlihê û bi îxbarekî hatiye girtin. Şengul derbarê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ku 46 roj li du xwe hişt ev tişt got: "Azadiya birêz Ocalan dê azadiya gelê kurd bi xwe re bîne. Ji bo wê jî dibê gelê kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şev û roj li ser piyan be û piştgiriyê bide çalakiya me ya li girtîgehan."

Şengul destnişan kir ku ew di sala 1980,'yan de li Farqina Amedê hatiye dinê û derbarê jiyana xwe de ev tişt anî ziman: "Di sala 1993'yan de apê min gava ji hêla kontrayên hîzbûlahan ve hate qetilkirin, me koçû navenda Amedê kir. Ez di sala 1996'an de tevlî PKK'ê bûn. Di navbea 96 û 2009'an de min li hin qadan têkoşîn daye meşandin. Gava ez di sala 2009'an de ez ji bo tedawiyê hatime gundekî Sasona Êlihê, li ser îxparekî ez hatim girtin. Nexweşiya min bê xwînî bû. Min niha ev nexweşiya derbaskiriye." Şengul bal kişand li ser tevlêbûna xwe ya greva birçîbûnê jî û ev wiha axivî: "Di serî de divê ez tevlêbûna xwe ya greva birçîbûnê bêjim. Ez wekî qadroyekî PKK'ê heta niha tişta ku kete ser milê min min bi tevahî ne anî cih, ev jî kêmasiyekî bi xwe re anî. Yanî bandora rêhevaltiya kêm derkete holê. Tiştekî din jî ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, birêz Ocalan em ji tunebûnê anîn hebûnê, divê ji bo vê jî tişta ku dikeve ser milê me em jî pêk bînin." Şengul bi lêv kir ku Tirkiye dîsa dixwaze bizivire salên 90'î. Şengul diyar kir ku heta niha Tirkiyeyê bi sedan sale civka kurd tepaser kiriye û hatiye vê rojê. Şengul wiha pêde çû: "Di roja meya îroyîn de jî ev rêbaz ji hêla AKP'ê ve tê ceribandin. Di zindanan de cih nemaye. Her roj li herêmekî nûçeyeke mirinê tê û mirov ji bi faşîzma kesk ya polîsan û dozgeriyê re rû bi rû ne. Ez dikarim vê bêjim; tevlêbûna mina grevê, ez naxwazim mirin çê bin. Ji bo mirin çê nebin ez bedena xwe datînim mirinê. Vê gavê tenê çeka min ev e."

Şengul derbarê armanca çalakiya gerva birçîbûnê de jî agahî da û destnîşan kir ku ev 13 sale û bi taybetî ev 14 mehe ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi milyonan kesî ew wekî 'Rêberê xwe' qebûlkiriye, tecrîdeke dij mirovî tê meşandin û ev tişt got: "Ev rêbaz hê bêhtir şîdetê tîne rojevê. Tahmûla gelê kurd û rêxistina wî heta cihekî dikare vê hovîtiyê qebûl bike. Heke îro ev şer ew qas berfireh bûbe, tenê nêzikatiya li dijî Rêberê Gelê Kurd e. Ji bo wê jî heke dixwazin ev şer bê rawestandin, divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan bidin destpêkirin. Ji bo birêz Ocalan bi rihetî tevbigere, divê şertên wî yê tenduristî, ewlehî û azadiyê bînin cih. Û divê zextên li ser ziman û çanda kurdî rabe."

Li ser pirsa gelo hikûmeta AKP'ê bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze çi bike jî ev tişt anî ziman: "Di serî de pêşketinên li Rojhilata Navîn û statuya gelê kurd ya ber bi çareseriyê ve diçe di serî de tên. Gelê kurd êdî li Rojhilata Navîn de statuya xwe bi dest dixe û berbi azadiyê ve dimeşe. Di serî de li rojavayê Kurdistanê gelê kurd li ser piyan e û hikûmeta AKP'ê ji bo gelê kurd Rojava ji remana birêz Ocalan mehrûm bike, serî li rêbazên hovane dide. Ji hêleke din ya vê tecrîdê jî ew e, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûpoşê 'Pêşîvekirina demokrasiya' AKP'ê daxist, ew bi vê tecrîdê dixwaze tola xwe hilgire."

Ercan Şengul derbarê şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî nêrînê xwe anî ziman û ev tişt got: "Mirovê ku gelê kurd ji tunebûnê anî hebûnê û ew xist xwedî îrade, xwe ji bo vî gelê feda kir, niha ji gelê wî hatiye qutkirin. Dewleta Tirk û berdevkê wê AKP dixwaze vê hovîtiyê asayî bide nîşandan. Divê gelê me vê tecrîdê qebûl neke û vênê têxe çavê desthilatdariya AKP'ê. Azadiya birêz Ocalan dê azadiya gelê kurd bîne. Ji bo wê jî divê gelê kurd şev û roj ji bo azadiya Rêberê xwe mil bide milê me."

Şengul bal kişand li ser perwerdewa zimanê kurdî jî û diyar kir ku AKP bi TRT 6 û dersa hilbijartî çavên her kesî boyax dike û wiha axivî: "Lê di pratîkê de jî derket holê ku ev gotinên wê ji derveyê nivîsa li ser avê kêrê tu tiştekî nehat. Li kuçeyan dîsa kurd ji bo kurdî diaxivin rastî lîncê tên, li dadgehan mafên meyên ku em bi zimanê xwe parastina xwe bikn nadin me û li hemû saziyên fermî de hê jî mafê zimanê kurdî nayê dayîn. Em jî divê ji bo helwesta xwe daynin holê dibistanên wê û hemû saziyên wê boykot bikin û zarokên xwe neşînin aşên pişaftinê. Divê em di hemû saziyên fermî de axaftina bi zimanê kurdî ferz bikin û 24 saetan bi zimane xwe biaxivin. Ziman nasnmeya gelekî ye û gelê kurd heta niha hatiye înkirkirin. Divê berdêla wê çi dibe bila bibe em xwedî li çand, ziman, dîrok û civaka xwe derkevin."

Şengul herî dawî derbarê biryara çalakliya xwe de jî agahî da û gotinê xwe wiha bi dawî kir: "Ez dikarim ji bo gelê me û ji bo raya giştî van tiştan bêjim; heta em bê deng bin, heta em bibin temaşevan, dê pêvajo berbi xirabûnê ve biçe. Her roj di pevçûnan de mirov ji ber bêdengiya me jiyana xwe ji dest didin. Li Tirkiyeyê zilmek heye û her roja ku derbas dibe ji ber polîtîkayên faşîzane mirov ji hevdû diqetin. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lîstikên qirêj tên lîstin. Ji ber vê lîstika qirêj e ku her derê welat buye topa ji agir. Herî dawî pireyên ku hê ji hilneweşyane û ji bo mirov nemirin, me bedena xwe daniye holê û em ê heta dawiyê bi biryar têbikoşin. Divê gelê me jî ji bo mirin çê nebin destê xwe bikin binê kevir. Dê webalê van mirinan bikeve stuyê hemû kesên ku xwe bê deng dikin."

(ms/mae)