1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Zimanê zikmakî xeta me ya sor e`
`Zimanê zikmakî xeta me ya sor e`,zimanê,zikmakî,xeta,me,ya,sor,e

`Zimanê zikmakî xeta me ya sor e`

Kaplan: Zimanê zikmakî xeta me ya sor e

A+ A-

17:06 10.03.2012 1 / 11 ŞIRNEX (DÎHA) - Wekîlê serokê koma BDP'ê û parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Koplan, di kongreya BDP'ê ya Şirnexê de axivî û diyar kir ku ew perwerdehiya asîmîlasyon, nijadî, înkar û îmhayê naxwazin û wiha got: "Daxwaza me perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Zimanê zikmakî xeta me ya zor e."

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê 2'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. BDP'ê kongreya xwe li Salona Civînê ya Şaredariyê pêk anî. Kongreya ku 583 delege amadoe bûn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de Wekîlê serokê koma BDP'ê û parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Koplan, Wekîlê Serokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Sondak, Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Uzeyîr Kiliç jî di navde bi sedan welatî amade bûn. Li salonê pankartên bi kurdî û tirkî "Her ku hûn lê bidin em dê pir bibin", "Em Perverdehiya bi zımane xwe dixwazin" vekirin û posterê Adin Erdem, Murat Elibol û Şerzan Kurt ku bi guleyên polîsan hatin qetil kirin vekirin. Piştî rêzgirtinê di kongreyê de Wekîlê Serokê BDP'a Şirnexê Baki Sondak, axivî û pişt re Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan axivî û bal kişand ser Komkujiya Roboskiyê.

Kaplan: Vampîrê siyasî gelê xwe bombe kir

Kaplan, anî ziman ku Serokwezîr wekî vampîra gelê xwe bombe kir û wiha got: "Hûn îxtîdar û hêz in divê bûn bûyerê ronî bikin.

'Zimanê zikmakî xeta me ya zor e'

Kaplan, pergala perwerdehiyê jî rexne kir û anî ziman ku ew perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin û wiha got: "Em perwerdehiya asîmîlasyon, nijadî, înkar û îmhayê naxwazin. Daxwaza me perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Zimanê zikmakî xeta me ya zor e."

Piştî axaftin û xwendina raporan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar û ji bo rêveberiyê jî Yusuf Ugur, Baki Sondak, Teybet Ertak, Ubeydullah Kutlu, Ramazan Urgen, Resul Ertaş, Hazim Kilinç, Sibel Kayaş, Sidik Kutler û Nezir Gerez hatin hilbijartin.

(mae)