1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zinar Lat û Kenê Bêrîvanan!..
Zinar Lat û Kenê Bêrîvanan!..,zinar,lat,û,kenê,bêrîvanan

Zinar Lat û Kenê Bêrîvanan!..

Zinar û latên zozanan ji kenê Bêrîvanan re nabin asteng

A+ A-

ŞERMİN SOYDAN Jinên ku li lûtkeyên Zozanê Xuritisê yê Westana Wanê, bêrîvaniyê dikin, her çend bi saetan û bi kîlometreyan di nava peyarê û xaçirêkên dijwar de dimeşin jî ev astengiyên xweza, zinar û latan nikare kenê rûyê wan kêm bike. Jinên ku dilê wan û mejiyê wan wekî asimanên şîn yên bê sînor û zozanên fireh azad e, tu zahmetî li pêşiwa wan nikare bibe asteng."

Li zozanên gundê Xuritisê yê Westana Wanê, jinên ku pezê xwe li zozanên bilind diçêrînin, li gel hemû zahmetiyan û westanê dîsa pir kêfxweş û aram in. Jinên ku ji bo biçin bêrîvaniyê her roj di navbera gund û zozanan de di xaçirêkan de rê dinûnin, di kar û barê koçerî û bêrîvaniya di nava xwezaya dijwar de ken ji rûyê wan kêm nabe. Zozanê gundê Xuritisê 83 kîlometre dûrî navçeya Westana Wanê ye. Zozanekî fireh, bilind û xwedî xêr û bêr e. Zozanê gundê Xuritisê her sal di demsala havînan de dibe war û qada jiyana koçeran. Koçerên ku di demsala buhar û havînan de pezê xwe derdixin van zozanan di demsala payizê de bi keyfxweşî vedigerin. 30 jinên ku ji bo pezê xwe bidoşin her roj diçin bêrivaniyê dikin, bi saetan di xaçirêkên navbera gund û zozanan de rê dihûnin û dimeşin. Welatiyên ku li Zozanê Keyisê pezê ji hezar û 500 mih û bizinan pêk tê diçêrînin, li gel zahmetiya rêya dirêj dîsa keyfxweş in. Jinên ku her roj bi tîrêjê rojê re hişyar dibin û berê xwe didin lûtkeyên çiyayên bilind, li ser sînga zozanên fireh pezên xwe didin bêrî û piştî meterên xwe tişe şir dikin bi stran û klaman li gundê xwe vedigerin.

Bêrîvanên ku di meha hezîranê de tên zozanan û heta payizê li vir in, 4 mehên demsala havînê li van zozanên bilind jiyana xwe derbas dikin. Bêrîvanên ku hemû debara wan û jiyana wan li ser pez û sewalkariyê ye tenê karê wan bêrîvanî ye. Bêrîvanên ku piraniya jiyana wan di nava pez de derbas dibe, piştî şîr didoşin penêr, mast, rûn û berhemên şîr kom dikin û amadekariya zivistanê dikin.

'Bereketa destan zêde ye'

Bêrîvanên ku bi saetan di xaçirêk û peyarêyên Zozanên Keyisê de dimeşin, bi stran, klam û serpêhatiyên xwe zahmetiyên li pêş xwe tar û bar dikin. Bêrîvanên piştî rêyek dûr û dirêj ku xwe dikînin beriyê, pez didin bêrî û piştî dotina pez a bi saetan pezê xwe li guherê didin mexel û berê xwe didin malên xwe.

Her çend zahmet be jî keyfxweş in

Bêrîvana biçûk Mizgin Direk a 16 salî ku bi destê xwe yê terikî û peqpeqokî pez didoşe, li aliyekî serpêhatiyên xwe yên zozan û bêrîvaniyê ani ziman, li aliyê din li aliyê din kar û barê xwe yê ji diya xwe fêr bû bi mere parvekir. Dîrek, anî zian ku her çend zor û zahmetiyên jiyanê hebin jî ew ji vê jiyana zozanan û xwezayê pir kêfxweş û aram e.

'Em qatixê xwe ji bo xwe amade dikin'

Ayten Aladag a 22 salî jî anî ziman ku ew kurd pir ji bêrîvaniyê hez dikin û bêrîvanî perçeyek jiyana wan e. Sarayî Aktî (45) jî diyar kir ku nifusa wan a malê qelebalik e û wiha got: "10 zarokên min hene. 6 salin ez têm zozana û ji şîr ez ji xwe re qatix, penîr û tiştên din çêdikim. Ji ber ku nifusa me zêde ye ez nafiroşim."

(mae)


Bêjeyên Miftehî