'Zîlan bi çêkirina HES'an carek din tê qetilkirin'
31 Gulan
ÎDRÎS YILMAZ
WAN (DÎHA) - Gundiyên Geliyê Zîlanê ku li ser Erdîşa Wanê ye û bi qetliyama Zîlanê tê nasîn bertek çêkirina HES'an dan û dan zanîn ku ew destûr nadin li ser çem HES werin çêkirin.
Li gelek deverên Tirkiyeyê li hemberî çêkirina HES'an gel li berxwe dide. Li Wanê jî biryar hatiye girtin ku li ser Çemê Zilanê ya li navçeya Erdîşê 4 HES werin çêkirin. Herî dawî di Lijneya Wezîran de jî biryar hate girtin ku cihên derdora çem werin îstimlaqkirin û ev piştî di Rojnameya Fermî de hate weşandin kete meriyetê. Li ser vê yekê gundiyên li Geliyê Zilanê dijin ketin nava fikarê.
Welatiyê bi navê Salîh Utlar destnîşan kir ku bi çêkirina HES'an tê xwestin ku şopa Qetliyama Geliyê Zîlanê ku di sala 1930'an de hatibû kirin ji holê bên rakirin. Utlar, her wiha da zanîn ku bi van projeyan xwezaya wan jî wê têk bibin û bertek nîşan da. Utlar, di berdewamê de bi lêv kir ku rayedarên dewletê angaştine ew vê proje ji bo xêra gel çêdikin û wiha got: "Gelo ceyrana li vê derê dê were hilberîn, wê bê pere bidin gel. Dibêjin ji bo gel e. Lê piştî proje bi dawî bû, dê xwezaya me xerab bikin, qadên me yên hêşîn zuha bikin. Dorvegera vê jî tuneye."
Malbata Mehmet û Keser Kiliç ên li Geliyê Zîlanê dijîn jî gotin ku xweza ji wan re wekî dayîk û bav e. Malbata Kiliç heskirina xwe ya li hemberî Zîlanê bi van gotinan anîn ziman: "Zîlan, dermanê me ye. Ne em tenê gelek kes debara xwe ji vê derê dikin. Eger li vê derê ev proje were çêkirin, wê gelek kes mexdûr bibin." Welatiyê bi navê Emrullah Kiliç ê li gundê Qerekilisê dijî Qetliyama Zîlanê bibîr xist û wiha axivî: "Dewleta ku qalikên me kuşt û axa me ji destê me girt, niha jî dixwaze xwezaya me qetil bike.
Rayedarên Şaredariya Erdîşê jî diyar kirin ku ew destûr nadin Geliyê Zîlanê were wêrankirin. Rayedaran diyar kirin ku tu projeyên ku li ser Geliyê Zîlanê bên çêkirin erê nakin û destûr nadin.
(lg)
