1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Zîrekiya çêkirî: Kompîtura bi xwe hîn dibe hat çêkirin
Zîrekiya çêkirî: Kompîtura bi xwe hîn dibe hat çêkirin,zîrekiya,çêkirî,kompîtura,bi,xwe,hîn,dibe,hat,çêkirin

Zîrekiya çêkirî: Kompîtura bi xwe hîn dibe hat çêkirin

A+ A-

Şîrketa DeepMînd ya aydê Googlê ye, zîrekiya çêkirî ku dikare bi xwe hîn bike û di hinek lîstikên vîdeoyê de dikare mirovan têk bibe bi pêş xist. Friday, February 27, 2015 at 7:21 AM London - Anf Şîrketa DeepMînd ya aydê Googlê ye, zekayeke sûnî ya ku dikare bi xwe hîn bike û di hinek lîstikên vîdeoyê de dikare mirovan têk bibe hat pêş xistin.

Li gorî agahiyên di kovara zanistî ya bi navê Nature ya der barê zekayê sûnî ya hatiye hilberandin de, cih girtiye ev performansa kompîturê di pêşerojê de di jiyana rojane de wê rêya çareseriya hinek karan bike. Lê di heman demê de bi kapasîteyên daneyê re wê pirsgirêkên tenduristî û demsalê jî tevli bibin.

Yek ji damezrînerê şîrketa Deep Mînd Demîs Hassabîs li Londonê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Cara yekem ji tecrubeyê raste rast hînkirin û piştre jî bi pîvanek mezin, pergaleke ku hînkirinê ya giştî ya xwedî taybetiyek mezin tê avakirin.”

Şîrketa îngîlîz DeepMînd di 2014’an de ji aliyê Googlê ya Amerîkayê ve hat kirîn û bi mekanîzmayên ku ji torên noron îlham girt, gelek teknîkên hînkirinê kirin yek û aliyên vê pergalê danîn holê.

Li gorî kovara Nature zekayê sûnî wek DQN yanî ‘deep-Q-network’ hat binavkirin û hat hînbûn ku bi tena serê xwe gelek lîstikên vîdeoyê ne. Wisaye ku di gelek mijaran de mirov derbas kirine.