1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (2)
ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (2),çavdêriya,koma,helbestê,ya,amedê,2

ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (2)

Pirtûka ‘Robozik’ hat nirxandin

A+ A-

Hasbey Koksal

Endamên Koma Helbestê ya Amedê, di dîroka 20.01.2020’ an de saet di 17.00’an de  li Weşanxaneyê J&J’ yê civîyan. Mijara civînê li ser pirtûka Robozikê bû. Pirtûka Robozikê, ji bo bîranîna salvegera komkujîya Robozikê, ji alîyê Mehmet Saît Arzû ve hat amedekirin û ji aliyê Weşanxaneya J&J’yê ve hat weşandin. Gundê Robozikê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye. 

 

Di 28’ê Kanûna 2011’an de saet di 21.39’an de Gundê Robozikê ji aliyê dewleta tirk ve hat bomberankirin.Di encama bombebaranê de 34 kesên gundîyên Robozikê jiyana xwe dest dan. Di nav van kesên jiyana xwe ji dest dan de 19 kes, hîn ji 18 salî biçûktir bûn. Loma dema me ev pirtûk me nirxand em hinek hestiyar jî bûn. 

 

Pirtûka Robozik a ku ji aliyê Mehmet Saîd Arzû ve hat amadekirin di salvegera Komkujiya Robozikê de hat çapkirin û helbestên 20 helbestkarî tê de cihê xwe digirin. Ew ê moderator Zozan Gulan ba lê ji ber ku karê wê yê awarte derket hevala Roza Metîna ez ji bo moderatortiyê pêşniyar kir. Hinekî bi kelecan bûm. Lê ji bo min şanaziyek bû. Endamên Koma Xwendinê ya Amedê jî bûbûn mêvanên me. Helbestên wan jî di nav pirtûkê de hebû. 

 

Di destpêkê de min got bûyera Komkujiya Robozik ku di medyayê de wekî Roboskê, Roboskî bi navekî çewt cihê xwe girt ne yekem e. Koçgirî, Dêrsim, Zîlan, Sûr, Cizîr, Şirnex, Efrîn û hwd. Gelek carî Gelê Kurd hatiye qetilkirin. Pirtûka Robozikê jana me ye. Xwezî ev roja reş qet çênebûya. Li ser vê erdnîgariyê tim jan, êş mirin heye. Em şahî û şîna xwe bi hev re dijî. 

 

Piştre Mehmet Saîd Arzû derbarê pirtûka Robozik de axivî. Saîd dema dest bi axaftinê kir hem kelecanek hem jî hestiyariyek kûr ji bîbikên wî dihatin xwarê. Saîd anî ziman ku wî ji bo pirtûka Robozik agahî daye gelek kesî lê dîsa jî têr nekiriye divê bêtir xwe bigihanda gelek kesî. Ji bo naverok xurtir biba divê gelek helbestên helbestkarên wekî din jî tê de cihê xwe bigirta. Her wiha Saîd diyar kir ku ji ber wan xwestin pirtûka Robozik di salvegera Komkujiya Robozikê de bê çapkirin hinekî lez kirine loma hinek kêmasiyên pirtûkê hene. Lê ew ê hewil bê dayin ku di çapa duyem de ev kêmasîna dakevin asteke herî kêm. Saîd di heman demê de bal kişand ser girîngiya ravekirina bûyerên di helbestan de û got wan xwest bûyera Robozik di nava lîteratura helbestê de cihê xwe bigire.

 

Li gor min jî gelek girîng e ku em êş û têkoşînên xwe bikaribin binivîsin. Ji bo neyên jibîrkirin nivîsandin xaleke girîng e. Gelek çîrok, helbest, biwêj, pêşgotinên me ji ber ku nehatine nivîsandin hatine jibîrkirin an jî di bin navê wergerê de qirkirina çandî pêk hatiye. Desthilatdar û dagirkeran ji xwe re wergerandine zimanê xwe û dizîne. 

 

Endamên Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê li ser naverok, nav, berg û zimanê pirtûkê fikrên xwe vegotin. Hemû endaman ev xebat pîroz dîtin. Lê ji bo naveroka pirtûkê hîn xurt be û kêmasiyên wê bên temamkirin di çapa duyem de hat gotin divê baldarî tevgerek bê kirin. Piştî raman, dîtin û şîroveyan, helbestên pirtûka Robozikê hatin xwendin. 

 

Piştî xwendina helbestan Seydayê Dilxwîn çend stranên dengbêjî bi wî dengê xwe yê xweş got. Dîsa bernameyek têr û tije derbas bû.