1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çend çavdêrî ji eniya paş a Xezeba Firatê – 1,2
Çend çavdêrî ji eniya paş a Xezeba Firatê – 1,2,çend,çavdêrî,ji,eniya,paş,a,xezeba,firatê,1,2

Çend çavdêrî ji eniya paş a Xezeba Firatê – 1,2

Li dorhêla hewzeya Firatê geşedanên gelekî girîng û balkêş çêdibin. Hêzên li ser herêmê hesaban dikin, şerê xwe yê berjewendiyan ku dibe sedema jiyana bi deh hezaran kesan didomînin, lê li derdora Firatê dîrok berevajî herikîna xwe, li ser esasê deryaya rengan ji nûve tê nivîsandin

A+ A-

 

REQQAREQQA-CEVDERI2

Hemleya Xezeba Firatê ku di 5’ê Mijdara 2016’an de bi armanca rizgarkirina herêma Reqqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, berdewam dike. 6 meh û nîv e hemle didome, lê heyecana wê qet kêm nebûye û ji rêza yekem a rojeva herêmê û cîhanê daneketiye. Li gelek aliyên cîhanê rewşên awarte û şer hene. Di rojên destpêkê de dibin rojeva hemû raya giştî, lê piştre dikevin nava xalên dawî yên rojevê.

Xezeba Firatê bi taybet van rojên dawî rojeva sereka ya hêzên dijber û alîgir e. Herî dawiyê Serokomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan bi hemû rayedarên payebilind ên dewletê re, bi rojeva taybet çû Amerîkayê û hevdîtin pêk anîn.

Dema meşandina hemleyê û erdnîgariya ku lê tê meşandin li ber çavan tê girtin, hinek xalên girîng derdikevin pêş. Aliyê şer ji xwe rojan e tê dayîn. Lewre em dixwazin balê bikişînin ser çend aliyên ku germahiya hemleyê zindî dihêlin.

Serdemeke nû vedikeREQQA-CEVDERI5

Çawa ku di dîrokê de bûyer û qewimînên herîkîna dîrokê diguherin çêbûne, mirov dikare Hemleya Xezeba Firatê jî wekî yek ji van qemiwînan pênase bike. Tejaneya (Korta, hewze, derdor) Firatê wekî yek ji çavkaniyên civakîbûnê tê zanîn. Gir û şikeftên li derdora Tişrîn, Til Ehmer, Til Ibrê, Gir Gamêş, Şêxler, Keleha Necim, Keleha Caber çend mînak in. Gelek şaristaniyên wekî Sumerî, Hurî, Mitanî, Asur, Med, Makedonî, Pers, Roma, Ereb, Osmanî serwer bûne. Makedonî ji van herêman derbasî Rojhilata Navîn û Asyayê bûn, Osmaniyan ji vir xaka ereban dagir kir. Her serdemekê taybetmendiyên xwe hene. Lê tişta balkêş ew e ku ji ber vê herikbariyê gelek netew, bawerî û çandê cuda li vir bicîh bûne. Her hêzeke serwer bûye jî, xwestiye yek rengî ava bike.

Reqqa jî wergehek wiha girîng ku li ser Çemê Firatê hatiye avakirin e. Bajar bakerê navîn ê Suriyeyê hatiye avakirin. Ji aliyê rojhilat-rojava û bakûr û başûr ve li ser rêyên bazirganiyê ye, lewma xwedî cihekî girîng e. 160 kîlometre dikeve rojhilatê Helebê, 110 kîlometre dikeve başûrê Kobanê, 162 kîlometre jî dikeve rojavayê Hesekê. Li gorî serjimariya sala 2010’an hejmara kesên li navenda bajar derdora 220 hezar, li gel 3 navçe û gundên girêdayî wê jî 919 hezar kes lê jiyan dikin. Li herêm piranî çandinî tê kirin, lê sewalvanî jî heye. Dîsa bendava herî mezin a ceyranê û gola avdanê li navçeya wê ya Tebqayê ye. Di encam hatin û çûnên dîrokê de, kurd, ereb, turkmen, çeçen lê bicîh bûne.REQQA-CEVDERI1

Beriya Îslamiyetê navê bajar Kallînîkos bûye, lê dema ji Xiristiyanan hat girtin, navê wê wekî Reqqa hat guhertin. Di dema Ebbasiyan de (Dema Harun Reşîd) wekî paytext hatiye bikaranîn. Osmaniyan jî wekî navenda Begîtiyekê (Begîtiya Reqqayê) ku ji 6 herêman pêk dihat, bikar aniye. Her serdemekê li gorî berjewendiyan guhertinên demografîk çêbûne.

Çeteyên DAIŞ’ê jî dema di sala 2014’an de ev herêm dagir kirin, hemû cudahiyên din tune hesibandin. Reqqa ji xwe re kir navend û wekî rengê xwe, tarîtiyek ava kir. Tirs û xofa xwe xistin dilê hemû kesî. Di rewşek wiha de, hêzên YPG/YPJ, QSD’ê bi rengekî tu hêzan cesaret nedikir, hemleyên dîrokî li dijî DAIŞ’ê dan destpêkirin.

Di demeke ku êrîş û hesabên Tirkiye, PDK, Îran, Rusya û rejîmê li ser Girê Sipî, Şehba û Şengalê dijwar bûn de, hemleya herî girîng, ango Hemleya Xezeba Firatê hat destpêkirin.

5 hezar kîlometre çargoşe, 500 gund û gundik

Ji aliyê rojhilat, bakûr û rojavayê Reqqayê ve qadeke derdora 5 hezar kîlometre çargoşe ji çeteyan hat paqijkirin. Navçeya Tebqa, Bendava Firatê, 500 gund û gundik hatin rizgarkirin. Di vê erdnîgariyê de bi dehan noqteyên stratejîk, cihên dîrokî, kargehên çîmento, pembo û embarên genim jî hene.REQQA-CEVDERI3

Di rewşa niha de hemû derdora Reqqayê hatiye paqijkirin û bajar hatiye dorpêçkirin. Bi gotineke din, dawiya serdemeke tarî nêzîk bûye. Xofa çeteyan hat şikandin, hêviyek nû ji bo gelan hat avakirin. Dikare bê gotin ku serdemeke nû ya ku hemû reng û deng tê de hene tê destpêkirin. Nexasim ji hemû netew û baweriyan pêl bi pêl mirov xwe dispêrin herêmên rizgarkirî. Li cihên rizgarkirî jî şanaziyek û avakirina nû heye. Em ê di rêzenivîsa çavdêriya xwe de cîh bidin van xalan jî.

137 Êzidî hatin rizgarkirin

Aliyekî din ê vê hemleyê ku divê bi taybetî bê dîtin heye. Ew jî yek ji sedemên destpêkirina hemleyê rizgarkirina jinên Êzidî ye. Nexasim dema hemle hat îlankirin di nava armancan de tolhildana jinên Êzidî hatibû vegotin. Wekî tê zanîn çeteyan Reqqa veguherandibû bazara jinan û bi taybetî jinên Êzidî li vir bi her cure pêkanînên dijmirovahiyê rû bi rû man. Lewma di vê hemleyê de li aliyekê şerê bi çeteyan û rizgarkirina herêmê didome, li aliyê din xebatek taybet a ji bo rizgarkirina jinên Êzidî jî tê meşandin. Heta niha 137 Êzidî ku di nav de bi dehan jin û zarokên Êzidî hene bi operasyonên taybet ên YPJ`ê hatine rizgarkirin. Jin û zarokên hatine rizgarkirin, piştre radestî malbat û xizmên wan hatine kirin.SINGAL-TEVI-EWQAS-ASTENGIYE-PDK-EZIDIYE-QMPA-NEWROZ-CUN-SINGALE1

Taybetmendiyeke din jî ew bû ku cara yekem şervanên QSD’ê, bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî ji hewa de daketin herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de. Bi vî rengî baskek nû di hemleyê de hat vekirin û ji aliyê Rojavayê Tebqayê ve hêza çeteyan hat qutkirin, bendav û Reqqa ji aliyê rojava ve jî hat dorpêçkirin. Bi vê yekê re rêya hewldanên Tirkiye, Rusya û rejîmê ku dixwestin biçin Tebqayê jî hat girtin.

 

Li eniya paş a Hemleya Xezeba Firatê ji zarok, jin, kal û ciwanan di nava hemû kesî de heyecan, liv û tevgereke berbiçav xuya dike. Li wargehên hatine rizgarkirin piştî paqijkirina teqemeniyên bermahiyên çeteyan, ji nû ve bicîhbûn destpê kiriye. Li rex wê pergalek siyasî û civakî tê avakirin.

REQQA

Hemleya Xezeba Firatê bêguman ne tenê rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ye. Ev lingê herî girîng ê hemleyê ye û heta niha bi sedan gund û gundik hatin rizgarkirin. Şervanên QSD’ê yên ji hemû neteweyan gav bi gav xwe digihînin Reqqayê. Lewma çavê hemû cîhanê li vê herêmê ye. Lê lingekî girîng ê vê hemleyê ku zêde nehatiye dîtin jî heye. Ew jî li gel rizgarkirinê, avakirina pergalek nû ye. Belkî jî mijarek herî zêde bal bê kişandin ev e.

Hemû çavdêrên siyasî, civakî û leşkerî dibêjin ku ev hemle wê rûpelek nû veke û rengê pêşeroja Suriyeyê diyar bike. Baş e; ev rûpel wê çawa vebibe yan jî vedibe? Li eniya paş a hemleyê bersiva vê pirsê xwe nîşan dide.

Zimanê bedenê

Dema me ji bo şopandina rewşê berê xwe da herêmên rizgarkirî,  gelek pirsên me bersiva xwe dîtin. Ji bo gelek mijaran jî pêdivî bi pirskirin û nêrînan jî nema. Hîn di destpêka gundewarên di navbera Kantona Kobanê û Reqqayê de, hewayekî cuda tê dîtin. Li gundên wekî Mehmudlî, Siwêdiyê, Bîr Sana ku li ser rêya me bûn û şerên giran lê hatibûn jiyandin; ji zarok, heta pîr û kalan, heta şivanan coşeke mezin heye. Her kesekî/ê ku tirimpêla şervanên QSD’ê dibîne, nêz dibe û îşareta serkeftinê nîşan dide. Dema tirimpêla me û kamerayên me dibînin, vê carê jî şanaziya rizgarkirinê vedibêjin. Di çavên wan, tevgerên wan de hêvî û keyfa azadiyê tê xwendin. Herî zêde jî, ji ber ku ji hovîtiya çeteyan rizgar bûne, rehet tevdigerin. Welatiyek cixareya xwe pê dixe û dibêje, “Vaye ev ji bo DAIŞ’ê…” Dayîkek bi gotinên wekî, “Bikişînin, me ji destê vana gelek kişandiye, bila her kes zanibe…” Şivan di nava keriyên pez de, îşareta serkeftinê nîşan didin.

‘Heval’ bûye nasnameyek

Piraniya şêniyên vê herêmê ji neteweya ereb in, bi zimanê xwe gelek tiştan vedibêjin. Em erebî nizanin, lê bi çend gotinên ku me fêr bûne û heyecana li ser ruyê wan, jixwe hertişt tê fêmkirin. Ji bo hemû şêniyên herêmê gotineke hevpar derketiye holê. “Heval” di nav gel de bûye peyveke pîroz û nasnameyek. Wekhevî, alîkarî, hevkarî, rizgarkirin û jiyanê  bi vê gotinê vedibêjin. Êdî bûye peyvek navnetewî, ji aydê zimanekê derketiye. Belkî gelek ji wan wateya wê nizanibin, lê jixwe wan wateya xwe lê kiriye. “Ehlen Heval (serçavan heval), nehnê mebsûtîn (em keyfxweş in) ”, “Nehnu ixwa (em bira ne)”.

Destpêkê ewlekarî

Mijara duyemîn a ku bala me dikişîne, parastin e. Em dest ji dîrokê berdin, gelên van deran tenê di 5 salên dawî de gelek êş û azar kişandine. Herêmên wan dibin dagirkeriya komên çete yên wekî Cephet El-Nusra û DAIŞ’ê de mane. Her komekê jî zora xwe li ser wan meşandiye. Lewma gelên vê herêmê êdî baweriya xwe bi tu hêzên derve nayînin ku dê wan biparêzin.  Li vir gotina pêşiyan a wekî “Musîbetek (karesat) ji hezar nesîhetan çêtir e” jiyanî dibe. Nexasim wana ne tenê yek, bi sedan musîbet dîtine. Van tecrubeyên bi êş jî, hiştiye ku êdî ew bixwe rêya xwe hilbijêrin. Piştî rizgarkirina gundan, welatiyan dest bi avakirina komên parastinê kirine. Li aliyekê parastina gundên xwe dikin, li aliyê din kom bi kom tevlî refên QSD’ê dibin. Hejmarek fermî nehatiye dayîn, lê di nava 6 mehên Hemleya Xezeba Firatê de bi hezaran ciwanên ereb, tirkmen û kurd tevlî refên QSD’ê bûne. Dîsa Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji van ciwanan hatine avakirin û gundan diparêzin. Noqteyên lêgerînê, neqilkirina sivîlan û alîkariya gel dîsa ji aliyê van hêzan ve tê kirin. Li noqteyên lêgerînê bi zimanekî mutewazî û nazik her seyareyekê pêşwazî dikin. Bi gotinên wekî, “Ehlen heval…”, “Efwen heval…” mecburiyeta karê xwe tînin ziman û dixwazin bêjin ku ev yek ji bo parastinê girîng e.

Hevparî û hevkarî

Aliyê jiyanî û civakî, xaleke din a balê dikişîne. Ji ber rewşa şer, tengasiyên jiyanê derketine û ev mijareke sereke ye. Di heman demê bûye sedema avakirina sazumaniyên cewherî. Di vê mijarê de jî êdî gel baweriya xwe bi tu hêzan nayînin. Li gorî wan hêzên derve tenê berjewendiyên xwe esas digirin û dema roj bê, dîsa wan bi tenê dihêlin. Ji ber vê yekê pergala xwe ya civakî ava dikin. Piştî ku Meclîsa Sivîl a Reqqayê hatiye avakirin, hêzên QSD’ê ji bilî parastinê herêm dewrî meclîsê kirine. Îdarekirin û rêvebirina herêmê aydê meclîsê ye.

Di bin sîwaneya Meclîsa Sivîl a Reqqayê de li her gundekî  xebatên alîkariya av, nan û pêdiviyên din ên jiyanî hatine destpêkirin. Li hinek gundan jî komîn hatine avakirin. Bi riya komînan vegera welatiyan, avakirina malên hilweşiyayî, pêşwazîkirina pêdiviyan û hilberîna hevpar tê kirin. Endamên komînan her wiha li ser riyên ku diçin eniyên şer bendên parastinê ava kirine. Li gorî hêza xwe alîkariya koçberan jî dikin. Tişta balê dikişîne ew e ku neteweyên kurd, ereb, tirkmen û çeçen dibin sîwaneyekê de pargala xwe ava dikin.

DOSYA-REQAYE-2 ‫(146342413)‬ ‫‬

Minbic ji bo wan bûye mînak

Bêguman derfetên wan ên avakirina pergalê û pêşwazîkirina pêdiviyan kêm in, di vê mijarê de pêdiviya wan bi hevkariyekê heye. Lê belê di heman demê de bingeheke xurt a pêşerojek serfiraz ava dikin. Sohbetên me yên bi welatiyan re, îdîa û tohmetên hêzên dijberî pergala demokratîk û federal a Bakûrê Suriyeyê jî vala derdixînin. Nêrîna hevpar a welatiyan ew e ku cara yekem firsenda xwe rêvebirin û rêxistinkirinê dîtine. Tecrubeya ku li Minbicê hatiye jiyandin û pergala hatiye avakirin, ji bo wan bûye mînak û hêviyek. Welatiyê bi navê Ebdulezîz Casim ê ji gundê Safsafah vê nêrînê wiha vedibêje; “Zimanê muhebetê pêdivî bi wergerê nahêle. Pirsgirêkên me hene, lê hêza me ya çareseriyê jî heye. Gelê Suriyeyê di her şert û mercan de, bi taybetî jî di sîstemek demokratîk de dikarin bi hevre jiyan bikin. Me ji tecrubeya Minbicê gelek tişt fêr bûne. Ez bawerim ku wê ev mînak têrî me bike.”

Jin vedigere jiyanê

Li ber deriyên malan, li kêleka rêyan, an jî di bin çadirekê de jinên ku bi zarokên xwe re mijul dibin, firaxan dişon, avê dikişînin an jî li ber pez in, hîn jî xofa çeteyan ji ser xwe ne avêtiye. Lê bi şermokî be jî, heyecana xwe didin der. Bêyî ku bi zanibin em bi wan hesiyan an jî li wan dinêrin, wekî ku dixwazin gelek tiştan vebêjin, awiran di avêjin derdorê. Dema ku hinekê cesaretê bibînin, dora axaftinê jî nadin mêran. Dema ku cihê jinan ê di nava civaka ereban de li ber çavan bê girtin, ev rewş wekî serkeftinekê tê dîtin.  Bi henekî be jî, mêr gotinên wekî, “êdî jin serdest in” bilêv dikin. Mînakeke ku van gotinan bi mêran dide kirin, me bi çavên xwe dît. Dema me xwest ku wêneyên malbatekê bikişînin, destur ji jinê hat girtin. Tişta din a balê dikişîne jî ew e ku li şûna cilên reş ên DAIŞ’ê, renginiya cilên jinan e. Cilên rengarenk ên li ser banên malan hatine raxistin, guhertina piştî rizgarkirinê vedibêje.

DOSYA-REQAYE-2 ‫(146342411)‬ ‫‬ DOSYA-REQAYE-2 ‫(146342410)‬ ‫‬ DOSYA-REQAYE-2 ‫(1)‬ DOSYA-REQAYE-2 ‫(146342401)‬ ‫‬

Daxwaza perwerdeyê

Li gel avakirina pergala parastin û rêxistinkirinê, daxwazên gel jî, pêş dikevin. Balkêş e ku daxwaza herî zêde jî, ji bo perwerdeyê tê kirin. Welatî dixwazin ku di demeke kurt de pergala perwerdeyê bê avakirin û ji bo sala nû dibistan bên amadekirin. Welatiyên ku berê mamostetî kiriye, balê dikişînin ku xirabiya herî mezin a li hemberî gel ew e ku wan cahêl bihêlin.

Sibe: Tebqa û gavên nû

(a)

ANHA