1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çiyager Grassa li Hîmalayan alaya PKK´ê hilda
Çiyager Grassa li Hîmalayan alaya PKK´ê hilda,çiyager,grassa,li,hîmalayan,alaya,pkk,ê,hilda

Çiyager Grassa li Hîmalayan alaya PKK´ê hilda

Hilkişêrê çiyayan ê Spanî Fernando Sanchez Grassa, ji bo protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava, hilkişiya serê girekî bilind ê Hîmalayayan, li wir ala PKK´ê hilda

A+ A-

Hilkişêrê çiyayan Fernando Sanchez Grassa bi cêwiyên bi navê Juan Carlos û Jesuus del Cerro Millan re çû serê girê Himlung ê 7 hezar û 160 metroyan bilind. Wî li wêneyek girt û ev wêne parve kir. Di wêne de xuya dike ku ew alaya PKK´ê hildgire. Di daketina ji çiyê de Grassa yê 44 salî di encama nerehetiya canê xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Ji ber rewşa dijwar a hewayê hîna cenazeyê wî nehatiye dîtin. Ji hilkişêran yek jî karî dakeve û rayedarên Nepalî agahdar bike. Rayedaran karî hilkişêrên din jî bibînin û wî rizgar bikin. Rewşa cêwiyan a tenduristiyê bi xwe baş e.

Fernando Sanchez Grassa di heman demê de înternasyonalîst e û ji bo demekê sala 2017´an di nava YPG´ê de cihê xwe girtibû. Sanczhez li bajarê Spanyayê Aragués del Puerto dima.

Rojnews