1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Êzidî Cejna Cemayî pîroz dikin
Êzidî Cejna Cemayî pîroz dikin,êzidî,cejna,cemayî,pîroz,dikin

Êzidî Cejna Cemayî pîroz dikin

Îro rê û resmên Cejna Cemayî ya êzidiyan ku dê 7 rojan dewam bikin, li perestgeha Laleşê dest pê kir

A+ A-

 

Ji 4 parçeyên Kurdistanê û dewletên lê dijîn, êzidiyan berê xwe da perestgeha Laleşê ya li Şêxanê ya girêdayî Dihokê ya Başûrê Kurdistanê. Êzidî her sal 6′ê Cotmehê ‘Cejna Cemayî’ (hec) pîroz dikin.

 

Duh komeke ji 104 êzidiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di deriyê Sêmalkayê re berê xwe da Laleşê da ku rê û resmên cejnê bi cih bînin ku dê 7 rojan li ser hev bidomin.

 

Di 7 rojên cejnê de bawermendên êzidî sirûdên olî dixwînin û her êvarê rê û resma ′Sema′ ya olî pêk tînin.

 

Di rojên cejnê de êzidî berê xwe didin “Kaniya Spî” û xwe bi ava wê paqij dikin. Her wiha diçin gelek deverên din ên pîroz ên li Laleşê.

 

(fr/c)

 

ANHA