1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êzidî li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê dest bi çalakiyan dikin
Êzidî li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê dest bi çalakiyan dikin,êzidî,li,dijî,peymana,hewlêr,û,bexdayê,dest,bi,çalakiyan,dikin

Êzidî li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê dest bi çalakiyan dikin

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê wê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin

A+ A-

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK); Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê (YÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê (KMGÊBK) daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê wê li ber avahiya parlamenta federal a li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin.

Di daxuyaniya têkildar de hate gotin, "Ji 15’ê Cotmehê û pê ve bi navê saziyên Êzidiyan em li ber Parlamenta Elmanyayê û sefaretxaneyên bilind ên dewletên bi bandor dest bi çalakiya nobeda protestoyî (Mahnwache) dikin. Ev peymana xiyanetê ya ku di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de destpêka meha Cotmehê di şexsê Şengalê de li dijî Êzidiyan hemûyan hate çêkirin, destnîşankirina sûcên qirikrinê yên her du aliyên navborî ye.

Ev her du aliyên ku divê ji qirkirinê sûcdar bên nîşandan û rewabûna wan bi temamî nemaye, zemîneke welê amade kirine ku civaka Êzidî dikarin ji nû ve bixin nava qirkirinê.

Li şûna ku li pêşberî civakeke ku hewl dide birînên xwe yên ji ber qirkirinê bipêçe rexnedayina xwe bidin û statuya vê civakê weke mafekî mayinde qebûl bikin, ketine nava hewldaneke welê ku 'hem sûcdar in, hem jî xwe mafdar dibînin'. Civaka Êzidî wê teqez rê nede vê yekê û qebûl neke. Hem li Êzidxanê hem jî li her devera cîhanê wê Êzidiyên bi rûmet li ber vê rabin û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Lewma bi navê rêxistinên Êzidî yên li Ewropayê wê li pêşiya Brandenbûrgertor a li Berlînê ji 15’ê Cotmehê û pê ve di navbera saet 10:00 û 15:00 de em dest bi nobeda şermezarkirinê dikin. Bang li civaka xwe, gelê xwe û hêzên demokratîk hemûyan dikin ku piştgiriya çalakiya me bikin."

ANF