1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îro roja Penaberan a Cîhanê ye
Îro roja Penaberan a Cîhanê ye,îro,roja,penaberan,a,cîhanê,ye

Îro roja Penaberan a Cîhanê ye

Îro roja penaberan a Cîhanê ye û li gorî bîlançûya Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 22 milyon kes li welatên din yên Cîhanê penaber bûne û 40 milyon kes jî bûne panaberên navxweyî

A+ A-

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN


Di  4'ê Kanûna 2000'an de Neteweyên Yekbûyî  roja 20'ê Hezîranê weke roja Penaberan a Cîhanê ragihand.  

 

Li gel bîranîna vê rojê ya li seranserê Cîhanê, Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi bûneya vê rojê ji bo piştgirî kirina penaberan bi raporekê bîlançûya penaberên navexweyî  û ên Cîhanê eşkere kir.

 

Li gorî bîlançûya Neteweyên Yekbûyî tenê di sala 2016'an de 65 milyon û 800 hezar kes li Cîhanê  penbar bûne.

 

Ji vê hejmarê 40 milyon û 300 hezar penaberên navxweyîne û 22 milyon û 500 hezar jî penaberî welatên din yên cîhanê bûne û ji vînvî zêdetir jî zarokin.

 

Cihê xemgîniyê ye ku li gorî rêxistina mafê penaberan li cîhanê hejmara penaberan zêde dibe û hevkariya madî ya ji bo piştgiri kirina panaberan jî gelek kêm kiriye. Li gel vê jî welat di sîyaseta xwe ya tûnduyê de berdewam dikin.

 

Li aliyê din welatê xwedî rêjeye herî zêde ya penaberan  jî Sûriye di pileya yekem de ye ku piraniya wan penaberên navxweyî ne li Cîhanê. Piştî Sûriyeyê jî welatên wek Afganîstan û Îraq tên.