1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiya BDP'ê ya meclîsê bi dawî bû
Çalakiya BDP'ê ya meclîsê bi dawî bû,çalakiya,bdp,ê,ya,meclîsê,bi,dawî,bû

Çalakiya BDP'ê ya meclîsê bi dawî bû

"Meclîs nabe çareseri dê ji niha û şûnde her der qada çalakiyê be."

A+ A-

Parlementerên BDP'ê bi armanca komkujiya li gundê Roboskiyê ya Qilebanê ku 35 welatî hatin qetilkirin şermezar bikin şevê din li meclîsê çalakuya runiştinê dest pê kirin û serê sibê dawî li çalakiyê anîn. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, anî ziman ku ji ber meclîs nabe çareseri dê ji niha û şûnde her der ji bo wan qada çalakiyê be.

Parlementerên BDP'ê, EMEP, Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, bi armanca komkujiya li gundê Roboskiyê ya Qilebanê ku 35 welatî ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin şermezar bikin, şevê din li meclîsê çalakuya runiştinê pêk anî û serê sibê dawî li çalakiye anîn. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, têkildarî çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku bi armanca komkujiya li Roboskiyê şermezar bikin li meclîsê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, jî der barê armanca çalakiyê de axivî û wiha got: "Nêzi 5 salin DTP û pişt re BDP li meclîsê hewl dide ku pirsgirekê bi rêya siyasetê li meclîsê çareser bike. Lê heta niha pêkanînên wan heta niha ji aliyê hikûmetê ve li ber çavan nehatiye girtin. Axaftina Erdogan a li meclîse dê rê li pêşiya tofanên mezin veke. Raste rast peymana rijandina xwînê û şer da. Li şûna ku Erdogan pirsgirêka civakî li vir çareser bike, dijberî wê veyê civakê li hemberî hev sor dike. Dîsa dîrok berovajî kir û vegot. Em her tim bawer dikin ku çihê çareseriyê meclîs e. Lê ger ku meclîs jî li hemberî van pirsgirêkan bêdeng bimîne. Ger ku parlemento nebe çareserî, wê demê em dê hemû rêbazên çalakiyan bikar bînin. Ji bo ku em vê feraseta meclîsê şermezar bikin û defîşre bikin me ev rêbaz bikar anî. Di serî de AKP û partiyên din yên di vê meclîsê de berpirsiyarên vê pirsgirêkê ne."

'Em tecrîda li Îmraliyê protesto dikin'

Demîrtaş, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Em tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin. kesên di tecrîd û operasyonan de israr dike, di neçareseriyê de jî israr dikin. Em bi vê çalakiyê tecrîd, û helwesta hikûmetê teşhîr dikin. "

Demîrtaş, da zanîn ku heta hikûmeta AKP'ê bibe çareserî dê li her derê çalakiyan pêk bînin. DÎHA (mae)