1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Çalakiya dayikan ji bo gelê kurd nexşerê ye'
'Çalakiya dayikan ji bo gelê kurd nexşerê ye',çalakiya,dayikan,ji,bo,gelê,kurd,nexşerê,ye

'Çalakiya dayikan ji bo gelê kurd nexşerê ye'

A+ A-

24.08.2011 1 / 2PINAR URAL

AMED(DÎHA) - Serokê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Tirkiyeya ku sivîlan dike hedef û dikuje sûcê şer dike. Demîrtaş destnîşan kir ku çalakiya Mertalên Zindî ya ku Însiyatîfa Dayikên Aştiyê daye destpekirin ji bo gelê kurd weke nexşerê ye û wiha aixvî: "Divê dayikên leşkeran jî derkevin çiyayên Çele, Colemêrg û Şirnexê û vî şerî rawestînin." Hevseroka KCD'ê Aysel Tuglukê jî diyar kir PKK tenê ne Qendîl e û hemû gelê kurd bûye Qendîl.

Çalakiyên kurdan ên ku li dijî êrîşên hewayî yên li hemberî axa Herêma Federal a Kurdistanê didomin, li dijî hedefgirtina sivîlan nerazîbûnên tund têne nîşandan. Serokê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku Tirkiye beriya her tiştî sûcê şer dike û wiha axivî: "Hedefgirtina sivîlan û kuştina wan hem li gori hiqûqa neteweyî hem jî ya navneteweyî sûcê şer e. Di bin navê operasyona li dijî Qendîlê hedefgiritan welatiyên sivîl, kuştina zarokan sûceke giran a şer e."

Demîrtaş bêdengiya çapemeniya tirk jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Îro çapemeniya tirk dibe ku vê yekê nebîne. Lê divê bîne bîra xwe, dema ku Sedam sûcê şer kir çapemeniya Bexdayê ew nedidît. Dema ku Esat sûc dikir jî çahpemeniya Sûriyeyê ew nedidît. Niha Erdogan sûcê şer dike û çapemeniya Tirkiyeyê wî nabîne. Lê ev nayê wî wateyê ku ev yek dê jibîrkirin û ser wî bê nixumandin. Divê Serokwezîr hesabê her sivîlê ku hatiye kuştin bide. Em ê jî bibin şopdarê vê yekê."

Demîrtaş di berdewama axftina xwe de wiha got: "Hûn li aliyeke bibêjin PKK zarokan dikuje û bi vî rengî sucdar bikin li aliyê din jî hûn bixwe zarokan qetil dikin." Demîrtax destnîşan kir ku xwîna kesên sivîl bi destên Serokwezîr ketiye. Demîrtaş da zanîn ku teqez dê hesabê vê yekê bê pirsîn û divê AKP'î jî vê yekê baş bizanibin, ji ber vê yekê jî di hiqûqa navneteweyî û siyasetê de çi pêwist be dê bikin, tu caran dev ji vê yekê berdadin. Demîrtaş ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.

Demîrtaş bal kişand li ser çalakiya Dayikên Aştiyê lya ku keta roja 5'emîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebateke wisa pir pîroz û bi nirx e. Di nava ewqas êşan de li aliyeke zarokên xwe winda dikin, li aliyê din jî çiya, kevir, gir, çem nabêjin û di nava çalakiyê de ne. Ev yek careke din nêzîkatiya piroz a dayikan nîşanî cîhanê daye. Heke dayikên leşkeran jî bi dayikên aştiyê re derkevin çiya wê demê aştî bi rehetî pêk bê. Esên hemû dayikan dişibin hev. Dayikên tirk divê ji nêzîkatiya çapemeniya tirk nexapin. Divê dayikên leşkeran jî bên çiyayên Çel, Colemêr û Şirnexê û ji vî şerî re bibêjin bes e."

Demîrtaş bilêv kir ku ew çalakiya dayikan pir watedar dibînin û ev nêzîkatî dê riya siyasetê veke û wiha got: "Gelê me divê vê çalakiya ku bi pêşengtiya dayikan tê lidarxistin weke nexşerê bibîne û li her derê li dijî êrîşan helwesta xwe nîşan bide û riya aştiyê ji ku derbas dibe nîşanî her kesî bide. HEke jin ciwan, kesên rêxistinkirî yan jî nerêxistinkirî di vê demê dengên xwe bilind nekin wê demê tu wate namîne. Di van rojan de divê li diji wan êrîşan bersiv bê dayîn. Gelê me bi biryar e, Dayikên Aştiyê agir pêxist. Ez carek din wan slav dikim. Divê gelê me ji riya ku dayik nîşan bidin bimeşin."

'Dewlet û desthilatiyê biryara şer da'

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî axivî û got ku dewlet û sîstemê di pirsgirêka kurd de rêbazên ku berê bikar aniyê tercîh kiriye. Tugluk diyar kir ku divê her kes ji şerê 30 salan de dersan derxîne. Tugluk derbirî ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd şert û merc guncaw in, di vê mijarê de bi taybetî pêşniyarên pir zelal ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hene lê ji ber ku hin kes aştiyê naxwazin û welat ber bi şer ve dibin. Tugluk destnîşan kir ku dewlet û desthilatdariyê li dijî gelê kurd biryara şer daye.

Tugluk ani ziman ku divê dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêka kur Qendîl, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, BDP û KCD'ê muxatab bigire û ew ê jî di vî mijarê de îradeya xwe bi aweyeke zelal daynîn holê. Tugluk diyar kir ku di vê pêvajoyê de dixwazin bi riyên demokratîk pirsgirêk bê çareserkirin û wiha axivî: "Lê heke bi ser daxwazên gelekî de bi pêkutiyan biçin û bixwazin îradeya wî bişikênin yê demê çawa ku gelê kurd 30 sal in têdikoşin dê îro şunde jî xwedî li têkoşîn û şehîdên xwe derkevin û îradeya xwe nîşan bidin. Di demên pêş de gelê kurd îradeya xwe ya siyasî dayne holê. Niha şunde tu kes nikare ji gelê kurd îteatkirinê bixwaze. Kurd dê bi têkoşîna xwe çareseriyê bînin."

'PKK ne tenê Qendîl e'

Tugluk diyar kir ku hikûmeta AKP û Serokwezîr Erdogan di riyeke şaş de ne û bi bombekirina Qendîlê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Tugluk derbirî ku têkoşîna azadiya kurdan ne tenê bi Qendîlê bi sînor e û got ku gelê kurd bi tevahî bûye Qendîl. Tugluk wiha axivî: "Em bibêjin we 5 hezar kes ji holê rakir, ma ev pirsirêk dê bê çareserkirin. Çareserî ji îmhayê gerandin dê dawiya vê îxtîdarê bine.Tê dîtin ku di pêvajoyên borî de ders nehatine derxistin. Ji ber vê yekê jî PKK li her derê ye. PKK bûye gel."

Tugluk bal kişand li ser zimanê Serokwezîr jî u got ku ew zimanê şer bikar tîne û welat ber bi şerê navxweyî dibe, lîstikeke bi xetere dilîze, hikûmeta AKP'ê dê di bin polîtîkayên ku dimeşîne de bimîne.

Tugluk got ku ew bi her awayî xurt in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê kurd hem di warê rêxistinî û hem jî di warê girseyi de xurt in. Em dixwazin hemû kesên ku demokrasî,aştî û biratiyê dixwazin di van rojan de xwedî li rûmeta xwe derkevin. Ev ro ji bo hemûyan dîrokî ne. Em nêzî serkeftin û çareseriyê ne. Herî dawî ev tekoşîn dê bi ser keve. Divê em hemû di van rojan de di nava yekîtiya neteweyî de li dijî konsepta şer têbikoşin. Berxwedaneke tevahî pêş bixin. Serokwezîr dê bixwe ji bo aştiyê bê ba kurdan. Hêza me ji bo vê yekê heye. Kurdan heta niha bi têkoşînê çareserî anîn, bi têkoşînê hêvî afirandin, riya aştiyê nîşan dan. Îro şunde jî dê sekna me her tiştî diyar bike. Dê kurd û Tirkiye qezenc bike lê rantxwurên şer winda bikin."

(sa)