1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Çalakiya Ferînaz Xusrewî li dijî pergala serdest bû'
'Çalakiya Ferînaz Xusrewî li dijî pergala serdest bû',çalakiya,ferînaz,xusrewî,li,dijî,pergala,serdest,bû

'Çalakiya Ferînaz Xusrewî li dijî pergala serdest bû'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Gelek saziyên tevgera jinan li çalakiya jina ciwan Ferînas Xosrewî xwedî derketin û li dijî Rejîma Îranê bertekên xwe anîn ziman. Saziyên jinan diyar kirin ku Ferînaz li dijî hişmendiya zilam û pergala serdestan, ji bo azadiya jinan çalakî pêk anî.

Ferînaz Xusrewî ya 26 salî di 6'ê Gulanê de li dijî rejîma Îranê li bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê çalakî pêk anî. Çalakiya Ferînaz li gelek navendan deng veda. Piştî Ferînaz li Otela Tara ya bajarê Mehabadê rastî destdirêjiyê hat û çalakî pêk anî, welatiyan hotêla Tara şewitandin. Gelek saziyên tevgerên jinan jî bertekên xwe anîn ziman û Rejîma Îranê şermezar kirin. Saziyên jinan destnîşan kirin ku çalakiya Ferînaz Xusrewî li dijî pergala serdest û hişmendiya zilam bû. Jinan bang li hemû jinên cîhanê kir ku li dijî vê hişmendiya zilam û serdestan li hemû qadên cîhanê têbikoşin. Endama Komîsyona Jinan a Mafên Mirovan Seza Mis Horuz, Berdevka SKM'ê Fadime Çelebî û Endama Kordînasyona Bajar a KJA'yê Asiye Yilmaz ji DÎHA'yê re axivîn.

'Ferinaz rûmeta jinê parast'

Endama Komîsyona Jinan a Mafên Mirovan Seza Mis Horuz, anî ziman ku li Îranê Reyhaneh Cabbarî ji ber tecawizkarê xwe kuşt, rastî cezayê dervekirinê hat. Horuz, da zanîn ku Ferînaz hem rastî zilma zilam hat û hem jî rastî tundî û zilma rejîma dewletê hat. Di bûyera Ferinaz de wekî bûyera Reyhanehê rastî tundiya zilam a nûnerê dewletê hat. Çalakiya Ferinaz ji bo parastina rûmeta jinan bû. Ji ber bi salan e li dijî jinê tundî pêk tê, bi hezaran jin derketin kolanan û hêrsa xwe anîn ziman. Em bang li jinan dikin ku li dijî tundiya dewletê ya li ser jinan dengê xwe bilind bikin. Heta ku ev tundî liser jinê bidome ev çalakiyên bi vî rengî dê pêk bên. Ji bo ku ev pergala faşist li dijî jinê bê guhertin divê çalakiyên li dijî pergalê bidomin. Ger ku vê tundiyê li ser jinan ferz dikin, wê demê divê em jin jî li hev kom bibin û ji bo azadiya xwe têbikoşin.

'Li dijî pergala zilam serî hilda'

Berdevka SKM'ê Fadime Çelebî jî da zanîn ku wekî Ferinaz bi hezaran jin rastî tacîz û tecawiza zilam tên wiha got: "Di şexsê Ferînaz de dîsa dixwazin jinan bikujin. Li Îranê ji bo mafê çalakiyê tune, li dijî van pêkanînan neçar dimînin ku çalakiyên întîharê pêk bînin. Berê jî Reyhaneh Cabbarî ji bo tecawizkarê xwe kuşt, rastî cezayê darvekirinê hat. Niha Ferînaz jî li dijî zilm û tecawiza zilam çalakiya întîharê pêk anî û serî hilda. Çalakiya Ferinazê çalakiya azadiyê ye. Ji bo azadiya jinê ev çalakî pêk anî." Çelebî xwest hesap ji kujeran bê pirsîn û hemû jinên cîhanê li dijî vê yekê derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.

'Divê di şexsê Ferînaz de em bêtir xwe birêxistin bikin'

Endama Kordînasyona Bajar a KJA'yê Asiye Yilmaz jî destnîşan kir ku ji şerê emperyalizmê yê li Rojhilata Naverast herî zêde jin dikevin bin bandorê û wiha got: "Hêzên emperyalizmê û serdestan kaosê pêş dixin û jinan dikin mohtacê xwe. Ya ku li ser Ferînazê pêk hat jî ev polîtîka û hişmendî ye. Ji ber têkoşîna jina kurd, jin derketin kolanan. Jin dê vê kaosê ji holê rakin û bi hêz xwe bi rêxistin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bêtir xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya rewa xurt bikin."

(mae)