1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiya rûniştinê berdewam dike
Çalakiya rûniştinê berdewam dike,çalakiya,rûniştinê,berdewam,dike

Çalakiya rûniştinê berdewam dike

A+ A-

Çalakiya rûniştinê ya bi armanca şermezarkirina biryara Walîtiya Amedê ya "Qedexeya Qadan" ya li dijî Konên Çareseriya Demokratîk li gel hewayê sar heta serê sibê berdewam kir. Di çalakiyê de ji bo 7 gêrîllayên HPG'ê xemgînî hebû li dijî operasyonan jî hêrs hebû.

Çalakiya rûniştinê ya li Amedê li dijî biryara walîtiyê ya qedexeya Konên Çareseriya Demoratîk dest pê kir heta serê sibê berdewam kir. Li gel hewayê sar û baranê namzetên serbixwe yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê Leyla Zana, Nursel Aydogan, nûnerên sendîkayên KESK'ê, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, DOKH, DYG, KURDÎ-DER, TUHAD-DER, KMM û MEYA-DER û bi sedan kes hate serê sibê bi stran û siloganan dema xwe derbas kirin. Ji ber baranê welatiyan li avahiya Mêvanxaneyê betenî û berik anîn li ser rûniştin.

Polîs jî piştî demekê hinek ji qadê veqetiyan. Di çalakiyê de herî zêde nîqaş mijara 7 gêrîllayên HPG'ê yên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan hatin kirin. Ji 7 gêrîllayên HPG'ê 3 kes ji Amedê en û her wiha gelek welatiyan ew nasîn û ji ber vê yekê di çalakiyê de xemgineke mezin hebû. Her wiha welatiyan li dijî operasyonan jî bertekên xwe anîn ziman û çalakiyê heta serê sibê berdewam kir.

Li bendêne ku çalakiya duh dest pê kir sibê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

ANF NEWS AGENCY