Çalakiya rûniştinê dest pê kir
A+
A-
Li Êlihê bûyerên ku dest pê kirinbûn hêjî berdewam dikin. Wekîlên Koma BDP'ê Ayla Akat Ata û Bengî Yildiz jî di nav de bi sedan kesan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li Êlihê di encama mudaxaleya polîsan a Konê Çareseriya Demokratîk de 14 kes hatin binçavkirin. Bûyêr hê jî didomin. Ji bo şermezarkirina êrîşa polîsan Ayla Akat Ata û Bengî Yildiz jî di nav de bi hezaran kesan li Kolana Diyarbakirê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bengî Yildiz bi gotina "em li vir rûdinên heke hêza walî û qaymaqamê we hebe bila bên me ji vir rakin" nerazîbûn nîşan da. Girsê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz dike. Li aliyê din li hin kolanan pevçûn didomin.
DÎHA (sa/mae)
Bêjeyên Miftehî çalakiya,rûniştinê,dest,pê,kir
