Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin
Li girtîgehan çalakiyên gireva birçîbûnê belav dibe
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li Tirkiyê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin her ku diçe belav dibe. Girtiyên li girtîgehên Bismil, Amasya û Giresûnê jî tevlî greva birçîbûnê bûn. Çalakiya ku ji 15'yê sibatê û pê de destpêkiriye bi tevlîbûna 500 girtiyan dewam dike. Bi tevlîbûna 500 girtiyan hejmara girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne derket 2000'an.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î li Tirkiyê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin her ku diçe belav dibe. Girtiyên li girtîgehên navçeya Bismil a Amedê, Amasya û Gîresûnê jî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûn.
Li Bismilê 3 girtî di grevê de ne
Tahîr Olmez û Mehmet Uzer ên girtiyên siyasî bi riya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtiyan di daxuyaniya xwe de komkujiya Roboskiyê bibîr xistin û gotin; "Hikûmeta AKP'ê li şûna ku pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike pirsgirêka kurd bi komkujiyan difetisîne. Dîsa hikûmeta AKP'ê zarokên kurd bi riya destdirêjiyê hewl dide ku zarokên kurd bê vîn bimînin. AKP û dewlet bi polîtîkayên xwe yên tecrîd, çewisandin û tunekirinê ew ê nekaribe vîna gelê kurd bişkêne. Me ji 17'yê nîsanê û pê de ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir."
Çalakiya Onen a bê dem dewam dike
Ji hêla din ve jî Bîlal Onenê ku 10'ê Nîsanê li girtîgeha Tîpa F'ya Boluyê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribû û mehek ji bo tehliya wî mayî rêkirin girtîgeha Bismilê jî çalakiya wî dewam dike. Onenê ku bi riya malbata xwe daxuyanî dayî anî ziman ku ji bo tehliya min ne çend meh, çend saet jî mabin ew ê çalakiya xwe bidomîne. Onen destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Ocalan bê rakirin ew ê çalakiya xwe berdewam bike.
Li Gîresûnê 10 kes di grevê de ne
Girtiyên siyasî yên li girtîgehê Tîpa F'ya Gîresûnê jî bi heman armancê ev 27 roj in dest bi çalakiya greva bîrçîbûnê kirine. Li gorî agahiyên xizmên girtiyan dane çalakiya 20 girtiyan dewam dike û rewşa hin girtiyan jî her ku diçe giran dibe.
Li Amasyayê jî 10 girtî 20 roj in di grevê de ne
10 Girtiyên PKK'î yên li girtîgeha Tîpa E'ya Amasyayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyandin ku ji 2'yê Nîsanê û heta niha di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne. Girtiyan bang li dorhêlên demokratîk kirin da ku li hemberî wehşeta li Tirkiyê bihîstiyar tev bigerin. Navên girtiyên di girtîgeha Amasyayê de ketine greva birçîbûnê wiha ne: Devran Balkaş, Yilmaz Îlbasan, Mehmet Alî Yildiz, Mehmet Emîn Yildirim, Yucel Kardaş, Ahmet Okkan, Çayan Nergîz, Yusuf Akin, Sînan Engîn û Musa Ozek.
1500 girtî tevlî greva birçîbûnê bûn
15'ê Sibatê 400 girtiyên li girtîgehên Amed, Êlih, Mêrdîn, Midyat, Riha, Elbîstan, Meletî, Çewlik, Bêdlisê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin. Di 8'ê Adarê de jî girtiyên li Dîlok, Semsur, Kurkçuler û CEyhan, Karataş a Edeneyê, Sîlîvke, Mêrsîn, Ermenek, Îskenderun, Antalya, Hatay û Osmaniyeyê jî 600 girtî tevlî grevê bibin. Di 1'ê Nîsanê de jî li girtigehên Mûş, Wan, Rîze, Oltu, Trabzon, Gîresûn, Gumuşhane, Bartin, Amasya, Toka, Kastamonu, Samsun, Barfa, Ordu û Erziromê jî 500 girtiyan greva birçîbûnê dewr girtin.
Girtiyên PKK'î û PAJK'î di rojên borî de daxuyaniyeke nivîskî dabûn û diyar kiribûn ku 24'ê Nîsanê girtiyên li girtîgeha Kiriklara ÎZmîrê, Tekîrdag, Edîrne, Kirikkale, Sîncan, Bolu, Bakirkoy, Gebze, Bergama, Denîzlî, Manîsa, Kandira tên girtin tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne.
Bi 24'ê Nîsanê tevlîbûna 500 girtiyan hejmara girtiyên ku li girtîgehan ketine greva birçîbûnê yên bê dem û bê dorveger bûne derket 2000'an.
(ak)
