1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiyên ji bo zimanê dayikê
Çalakiyên ji bo zimanê dayikê,çalakiyên,ji,bo,zimanê,dayikê

Çalakiyên ji bo zimanê dayikê

A+ A-

Ji bo pîrozkirina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li Riha, Şirnex û Manîsayê şaniyên bi muzîk, helbest, şano û dengbêjiyê hatin lidarxistin.

Ji aliyê Şaxen KURDÎ-DER'ê yên Riha û Cizîrê ve şahiyên 21'ê Sibatê Sibatê Roja Zimanê Dayikê hatin lidarxistin. Her wiha BDP'a navçeya Turgutlu ya Manisayê panelek da.

RIHA

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Rihayê li Navenda Çand û Hunerê ya Rihayê (UKSM) bi şîara "Emê rihê têkoşîneke nûjen xweseriya demokratîk ava bikin" şahiyek li dar xist. Şahî piştî rêzgirtinê bi axaftina destpêkê ya rêveberê KURDÎ-DER Dr. Celal Dogan a li ser girîngiya ziman dest pê kirin. Dogan bang li kurdan kir ku li zimanê xwe di jiyanê de xwedî derkevin û bang li dewletê jî kir ku zimanê kurdî wekî zimanekî fermî yê duyemîn nas bike. Koma Zarokên Hêvî jî bi stranên xwe tevli şahiyê bû û solîsta 5 salî ya komê Amara Avaşîn bi starana xwe yên bi navê 'Çerxa şoreşê' û 'Gelo ew kî ye' beşdar kêfxweş kirin.

CIZÎR

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn şahiyek li dar xist. Serokê BDP'ê yê Cizîrê Esat Malçuk, Cîgirê Şaredar Resul Aşkara, reveberên CU-DER, Sitiya Zîn û gelek nûnerên din ên saziyan û bi sedan kes tevli şahiyê bû. Li solana şahiyê pankarta; "Zimanê zikmakî, xerca civakê ye" bal kişand. Reveberê KURDÎ-DER'ê Bahaeddîn Yagarcik li ser girîngiya rojê axivî û bang kir ku her deqîqeya jiyanê bi kurdî bê jiyîn. Piştî axaftinan sertifîkayên 75 xwendekarên ku qurs qedandiye hatin dayîn. Her wiha Koma Şanoyê ya Birca Belek lîstika xwe ya der barê ziman de pêşkêş kir.

MANÎSA

Li Turgutliya Manîsayê jî BDP'ê bi mijara 'Roja zimanê dayikê' panelek li dar xist. Mamosteyên KURDÎ DER'ê Vehbi Yavuz û Nihat Gozum û Serokê BDP'a Turgutlu Mehmet Gulmez û gelek kes din tevli panelê bûn. Piştî panelê strana Aramê Tîgran a bi navê "Zimanê Kurdi" hate gotin.

DÎHA (tt)