1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiyên li Iraqê belav dibin
Çalakiyên li Iraqê belav dibin,çalakiyên,li,iraqê,belav,dibin

Çalakiyên li Iraqê belav dibin

A+ A-

Çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî bêdadî û nelirêtiyê yên li bajêrê Kerkûkê dest pê kirin li tevahî bajêrên Iraqê belav bû. Waliyê Besreyê ji ber zextên gel îstifa kir û avahiya walîtiya Musilê jî hat şewtandin.

Li navçeya Hewîce ya bajêrê Kerkukê meş pêk hat û pevçûn derket. Li navçeya Tûzxurmatû ya Kerkûkê jî di meşekê de teqîn pêk hat. Hate zanîn ku di teqînê de mirin û birîndar çêbûn. Rayedarê Polîsên ê Kerkukê diyar kir ku di pevçûnên li Hewîce de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. Meşên nerazîbûnê yên li dijî bêdadî û nelirêtiyê yên li Kerkukê dest pê kirin li Iraqê belav bûn. Waliya Besre yê di bin zext û zordariyên gel de îtifa kir û her wiha avahiya Walitiya Musilê jî hate şewitandin û Waliyê Muslê Esîl Nûcêfî jî reviya û navçe terk kir. Li Kerbela, Bexdayê û gelek bajêrên din ya Iraqê jî meşên nerazîbûnê dest pê kir. Hêzên ewlehiyê jî li hin cihan bi darê zorê dixwazin dengê gel bibirin. Li Hewlêrê jî ji ber vê yekê rewşa awarte heye. Rêya navbera Hewlêr û Mesîf Selahedîn jî li hatin û çûna hewlatiyan û erebeyan hat girtin.

Mela Muhemed: 'Kuştina xwepêşandenan heram e'

Li Silêmaniyê jî meşa nerazîbûnê ya li dijî nelirêtî û bêdadiyên dest pê kir. Meş li navçeyên Herbet, Seyîd Sadiq, Helebçeya Taze Kelar, Derbendîxan û Çemçemalê dest pê kir. Di meşa Berderkê Seraya ya bêjêrê Silêmaniyê ket roja 9'an. Li Berderkê Sera mamostayê olî Mela Muhemed ku xutbeya înê pêşkeş kir bang li gelê Hewlêr û Duhokê jî kir ku dakevin qadan û dest bi meşê nerazîbûnê li dijî bêdadî û ne lirêtiyê bikin. Her wiha Muhemed got: " Bang li tevahî hêzên ewlehiyê dikim ku bi guleyan bersivê nedin nerazîbûnên gel. Kuştina xwepêşandenan herame.. herame.."

DÎHA (ssq/ft/mae)