1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakî dê bidome!..
Çalakî dê bidome!..,çalakî,dê,bidome

Çalakî dê bidome!..

Çalakvanên grêva birçîbûnê: Heta em encamê bidest bixin em ê çalakiya xwe bidomînin

A+ A-

Çalakiya grêva birçîbûnê ya ku li Taxa Gulbahçesî ya Edeneyê tê lidarxistin, bi awayekî girseyî didome. Çalakvanan şevê din li ber muzîkê dîlan girêdan.

Çalakiya grêva birçîbûnê ya li ber Mala Çand û Demokrasiyê ya Taxa Gulbahçesî ya navçeya Seyhan a Edeneyê tê lidarxistin, didome. Çalakvanan şeva din li qada çalakiyê li ber muzîkê dîlan girêdan û stran gotin. Di çalakiya ku dersa kurdî jî hate dayîn de çalakiyên wekî şano jî hate lidarxistin. Çalakvanan di çalakiyê de daxwazên xwe yên mîna "'Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, Ji Ocalan re azadî, serbest berdana hemû girtiyên siyasî, û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk û muzakere" carekî din anîn ziman û diyar kirin ku heta encamî bidest bixin dê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha ji bo piştgiriyê ji gelek taxên Edeneyê sedan kes hatin serdanê. DÎHA (ab)


Bêjeyên Miftehî