1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Çandar: Her ku diçe parastina Serokwezîr zortir dibe
Çandar: Her ku diçe parastina Serokwezîr zortir dibe,çandar,her,ku,diçe,parastina,serokwezîr,zortir,dibe

Çandar: Her ku diçe parastina Serokwezîr zortir dibe

A+ A-

Rojnamevan û nivîskar Cengîz Çandar ji bo şopandina çalakiya ‘Îna Sivîl’ çû Amedê û çavdêriyên xwe yên derbarê çalakiyê de di qûnciknivîsa xwe de nivîsand. Çandar bal kişand ku gelê herêmê gotinên Serokwezîr Erdogan ji bîr nake û wiha nivîsand; “Her ku diçe parastina Serokwezîr a li herêmê zortir dibe.’’Çandar, Erdogan jî rexne kir û got; “Bawer im, Serokwezîr hemû tiştên derbarê Amed û Kurdan de şaş têgihiştiye. Mînak dildariya ji bo çalakiya girtina derabeyan jî nizane.”

Çandar di nivîsa xwe ya di Radîkalê de hat weşandin de diyar kir ku ji bo dîtina nimêja Îna Sivîl çûye Amed û wiha dinivîsîne; “Kî beşdar bide? Çiqas mirov beşdar dibin? Bangkirina bi Kurdî ya meleyan, tiştek wiha tune ye. Lê xudbe bi Kurdî bû. Ger ez vî zimanê hinek din fêr bibûma, ez ê xudbeyê têbigihiştibama. Min beşek zêde ya wê fam kir. Hemû derbarê ol de bû….”

Çandar bal kişand ku xudbeyên Îna Sivîl ji biryarên ji Wezareta Diyanetê tên şandin baştir in û bal kişand ser xeletiyên Serokwezîr û wiha got;

“Yanî agahiyên şaş dane Serokwezîr. Bawer im Serokwezîr her tiştên derbarê Amed û gelê Kurd de şaş fam kiriye. Mînak dildariya ji bo çalakiya girtina derabeyan jî nizane. Serokwezîr dibêje qey bi darê zorê derabeyan digirin. An jî ev yek ji bo pêşbaziya hilbijartinê weke textîk bi kar tîne. Nizanim.

Tenê 48 demjimêr ji hilbijartinê re mayî ji Amedê vegeriyam, lê min dît ku li herêmê parastina Serokwezîr her ku diçe zortir dibe û hema bêje ev yek êdî bê derfet e.”

WAN GOTINAN JI BÎR NAKIN

Cengîz Çandar bal kişand ser gotinên Erdogan ên derbarê Ocalan de ku gotibû “Ger em bûna, me dê dabiliqandiba” û diyar kir ku ez bawer nakim ku ev gotinên Serokwezîr li Amedê an jî li her derê Tirkiye yên giyanê demokrasiyê lê heyî werin jibîrbikin.

Çandar van pêşbîniyan destnîşan kir: “

“Em kesayeta pragmatîk a Serokwezîr dizanin. Wê piştî van gotinan, wê çawa piştî 12’ê Pûşperê makarayê paş ve vebigere? Film ewqas belav bûye ku: girêyên ewqas şidayî lê xist, êdî paşde vegerandina makarayê pir zor e. Gelo dixwaze paş ve vebigerîne yan na em wê jî nizanin.

Min hîs kir ku gotinên Erdogan ên li Amedê bi xwe re bêzariyek aniye. “Piştî li Colemêrgê bi awayek xirab hat pêşwazîkirin û derabe hatin daxistin. Wisa dixuyê ku dixwaze hemû Kurdan ji serê xwe biavêje û xwe avêtiye bextê hestek tolhildanê, ev yek jî nayê pejirandin.

Ger gotinên xwe yên dawî bike weke polîtîkayekê, wê ev yek ji bo herêmê û ji bo hemû Tirkiyeyê pir xeter be.

ANF NEWS AGENCY