1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Çapa nû ya Rêzimana Kurmancî
Çapa nû ya Rêzimana Kurmancî,çapa,nû,ya,rêzimana,kurmancî

Çapa nû ya Rêzimana Kurmancî

A+ A-

STENBOL - Pirtûka Zimanas, lêkolîner, rojnameger û nivîskar Samî Tan bi navê "Rêzimana Kurmancî" çapa sêyemîn kir.

Piştî çapa pêşîn ku di Gulana 2005’an de bi navê "Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî" ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hate kirin û ev du sal in çapa wê xelas bûbû, Samî Tan bi awayekî berfirehkirî û bi navê "Rêzimana Kurmancî" pirtûk ji nû ve amade kir û çapa nû dîsa ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hate çapkirin.

Tan di serî de xebatên xwe yên rêzimanî bi nave "Waneyên Rêzimanê Kurmancî" amade kiribû û di nava Weşanên Welat de çap kiribû. Piştî wê pirtûkê jî Samî Tan di encama gelek lêkolîn û xebatên xwe yên rêzimanî de pirtûk bi navê "Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî" çap kir. Çapa wê di Gulana 2005’an de bû û wê pirtûkê eleqeyeke zêde dît û ev du sal in ku çapa wê li pirtûkfiroşan qediyaye. Piştî ku çapa wê qediya Tan, ji bo çapa nû berfirehtir bibe û pirtûk xurtir bibe demeke dirêj li ser xebitî û ev pirtûk wekî çapa "Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî" ya duyem bi nave "Rêzimana Kurmancî" ji nû ve hate çapkirin.

Tan ji ANF'ê re axivî û anî zimên ku di berhema wî ya din a rêzimanî de tesîra Celadet Elî Bedirxan li ser wî çêbûye û wekî bingeh di gelek waran de xwe spartiye berhemên wî. Lê di vê çapê de wî pirtûk bêhtir li gorî xebat û tecrubeyên xwe amade kiriye.

Her wisa Tan diyar dike ku wî ji bo vê çapê bala xwe daye gelek berhemên rêziman û zimanzaniyê yên cur bi cur ên zimanên din jî.

Tan wisa dibêje; "Nemaze xebata me ya di dema amadekirina seta hîndekariyê ya bi navê 'Hînker I-II-III' de di warê ronîkirina gelek mijarên rêzimanî de bû alîkar. Her wiha xebatên Koma Lînguîstîkê yên ku di bin banê Enstîtuya Kurdî de pêk hatin, derfet da ku ez bala xwe zêdetir bidim hinek mijarên denganî, peyvsazî, watenasî û hevoksaziya kurdî.”

Çapa nûya “Rêzimana Kurmancî” ya Samî Tan xebata herî berfireh a li ser rêzimaniya Kurmancî ye ku heta niha hatiye çapkirin. Pêşeka pirtûkê ji hêla Zana Farqînî ve hatiye nivîsandin. Farqînî di pêşekê wiha gotiye: “Di vê çapa nû ya berfirehkirî de hem mijar hatine zêdekirin hem jî şaşî û kêmasiyên berê hatine sererastkirin û bi vî awayî jî xebat hatiye edilandin û kemilandin." Her wiha sererastkirina pirtûkê ji hêla Aysel Çetîn û Zana Farqînî ve hatiye kirin. Pirtûk ji 408 rûpelan pêk tê û di dawiya pirtûkê de ferhenga têgihên rêzimanî bi kurdî, îngilizî û tirkî cih girtiye.

Samî Tan wekî gotina dawîn wisa dibêje; "Ez hêvî dikim ev pirtûk hinek aliyên tarî yên rêzimana kurdî ronî kiribin û hinek alozî ji holê rakiribin. Hemû şaşî û kêmasiyên di pirtûkê de yên min in, her kesê/a ku bala min bikişîne ser van kêmasî û şaşiyan wê min kêfxweş bike."