1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Çapemeniya tirk tetikkêşiyê dike!'
'Çapemeniya tirk tetikkêşiyê dike!',çapemeniya,tirk,tetikkêşiyê,dike

'Çapemeniya tirk tetikkêşiyê dike!'

“Çapemeniya tirk bi weşanên xwe heta niha bûye sedema gelek cinayetan û wê her tim tetikkêşî kiriye.”

A+ A-

Amed - Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di panela Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter de bal kişand ser rewşa çapemeniya tirk û got: “Çapemeniya tirk bi weşanên xwe heta niha bûye sedema gelek cinayetan û wê her tim tetikkêşî kiriye.”

Panela bi navê Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bi beşdariya Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, Helbestvan Hicrî Îzgörên, Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundê yê Enqereyê Rojnamevan Huseyîn Aykol, Rojnamevan Ertugrul Mavîoglu, Rojnamevan Huseyîn Kalkan, Rojnamevan Hayrettîn Çelîk, malbatên şehidên Çapemeniya Azad, xebatkarên Çapemeniya Azad û gelek kesan hat lidarxistin. Di panela ku ji aliyê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê hatiye lidarxistin de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlamenter Husamettîn Zenderlîoglu, rojnamevan Hayrettîn Çelîk û Huseyîn Kalkan wekî panelîst cihê xwe girtin. Di panela ku moderatoriya wê ji aliyê Zenderlîoglu ve hatiye kirin de yekemîn mafê axaftinê Kişanak girt.

Kişanak di destpêka axaftina xwe de şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî û wiha axivî: “Di hemû pêvajoyên polîtîk û civakî de heqîqet her tim gelek girîng bûye. Ger hûn nikaribinse vê heqîqet û rastiyê bikin wekî dîrokek hûn wê têk biçin. A rola çapemeniya azad di vî warî de gelek girîng e. Wî heqîqet kiriye dîrok.”

Kişanak di berdewamê de gotina “Di şer de pêşiyê heqîqet tê kuştin” anî ziman û wiha pêde çû: “Ev gotin gelek girîng e. Nîqaşa me ya li vê derê jî di bin siya vê gotinê de girîngtir e. Ger ku em nikarin rastiyê bidin qeydkirin em dê gelek tişatan winda bikin. Ji ber ku me rastiya civaka xwe baş neda nîşandan her tim kurd wekî hov û kesên bê siyanet dan nîşandan. Di vî warî de ji bo agahiyên rast bidin civakî rola çapemeniya azad gelek girîg û bi wate ye.”

Kişanak her wiha di axaftina xwe de balkişand ser rewşa çapemeniya tirk û ev tişt gotin: “Çapemeniya tirk bi weşanên xwe heta niha bûye sedema gelek cinayetan û wê her tim tetikkêşî kiriye. Li hemberî çapemeniya, bi apolet, tetikkêş û alîgirê dewletê, çapemeniya azad xwedî rolek gelek girîng e. Hevalên me di salên 90’an de bi avayekî lehengî berxwedanek danîn holê.”

Piştî Kişanak, rojnamevan û xebatkarê ÎMC TV Huseyîn Kalkan dora axaftinê girt. Kalkan jî di axaftina xwe de bi giranî der barê Rojnameya Yenî Ulke de axivî ev tişt gotin: “Li gel ku Yenî Ulke dest bi weşanê kir kurdan jî bi vî avayî dest bi nivîsandina dîroka xwe kirin. Di salên 90’an de dewletê ne dixwest tu kes behsa şerê heyî bike. Li hemberî vê jî kurdan rojnameyek derxist. Rojnameya Yenî Ulke, bi ruhekî amatorî dest bi weşanê kir lê di nava demek kin de li her derê heremê belav bû.”

Kalkan, got ku di salên 90’an de rojnamevanên kurd di çarçoveyek konseptekî de dihatin qetilkirin û ev tişt lê zêde kir: “Wê demê hevalên me di çarçoveya konsepta şerê topyekun de hatin qetilkirin. Li tu derê ev qas rojnamevan nehatine qetilkirin. An we dê çavê xwe ji rastiyê re girtiba an jî we dê bedel bida. Mirateya çapemeniya azad ji bo vê bedel da û rastî ji civakê re ragihand.”

Piştî Kalkan, rojnamevan Hayrettîn Çelîk jî mafê axaftinê girt. Çelîk di axaftina serpêhatiyên xwe yên salên 90’an anî ziman û got: “Hevalên me wê demê her tim di bin gefa dewletê de dixebitîn

ANF NEWS AGENCY