`Çareserî bi muhatabên rast re dibe`
BDP: Çareseriya mayînde bi muhatabên rast re dibe pêk bê
Navenda Giştî ya BDP'ê encamnameya civînên MYK'ê û Meclîsa Partiyê yên di rojên borî de li dar xistin eşkere kir. Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Em wekî BDP'ê ji muzakereyan re vekirî ne. Ji ber ku di çareseriya pirsgirêka kurd de Îmrali, Qendîl û BDP muhatab tê nîşandan, em jî ji wan muhataban yek in. Lê divê tu aktorên siyasî yên kurd li şûna yekî din neyê dîtin. Mijara hemûyan a muhatabiyê diyar e. Aktorekî siyasî bê înkarkirin ne rast e. Ji ber ku rast nîn e çareserî jî pêk nayê. Çareseriyeke rast û mayînde bi muhatabên rast pêk tê."
BDP'ê di 25'ê adarê de civîna Meclîsa Partiyê û di 26'ê adarê de jî civîna MYK'ê li dar xistibû. BDP'ê encamnameya wan civînan aşkera kir û hate gotin ku di civinan de pêvjoya siyasî, 8'ê Adarê, 15'ê Sibatê û pîrozbahiyên Newrozê hatiye nirxandin. Di encamnameyê de sekna gel a di 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û Newrozê hate silavkirin û hate diyar kirin ku ligel hemû qedexe û astengiyên hikûmetê û îşkenceya li nava kolanan derketina mîlyonan a li kolanan nişaneya vînê ye. Di encamnameyê de her wiha hate gotin ku gelê kurd di Newrozê de peyamên xweseriya demokratîk û azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan daye û şertê çareserî û muzakereyê raxistiye ber çavan. BDP'ê spasiya xwe ji gel kir û da zanîn ku bi xwedî derketina li Newrozê gelê kurd li hemberî operasyonên KCK'ê jî seknekî bi rûmet, fedakar u zanîst derxistiye holê.
'Em muhatab in'
Di berdewamiya encamnameyê de wiha hate gotin: "Di pêvajoyeke ku operasyonên leşkerî û siyasî berdewam dikin, cejna gelê kurd tê qedexekirin û bi îşkenceyê tê tepisandin, daxwazên kurdan ên siyasî bi gotinên 'xeta sor' li ber çavan nayê girtin, bi milyonan kes daxwaza 'Ji Ocalan re azadî' qêriya. Di pêvajoyekî ku li Îmraliyê tecrîda dijîmirovahî berdewam dike, hikûmeta behsa bi BDP'ê re muzakereyê dike. Lê di heman demê de partiya me dijber dibîne. Ligel vê yekê jî em wekî BDP'ê ji muzakereyan re vekirî ne. Ji ber ku Îmrali, Qendîl û BDP muhatab in. Em jî ji wan muhataban yek in. Lê divê tu aktorên siyasî yên kurd li şuna yekî din neyê dîtin. Mijara hemûyan a muhatabiyê diyar e. Aktorekî siyasî bê înkarkirin ne rast e. Ji ber ku rast nîn e çareserî jî pêk nayê. Çareseriyeke rast û mayînde, bi muhatabên rast pêk tê."
Ji bo 'Meşa Amarayê' re piştgirî !
Di encamnameyê de ji bo muzakereyek rast wiha hate gotin: "Muzakereyek rast bi ramanên ku li ser maseyê tên nîqaşkirin û bi raya giştî re tên parvekirin pêk tê. Muzarkere, bi armanca tasfiyeyê û şer kur bikin, nayên kirin. Mixabin hikûmet di nava 10 salan de wisa kir û ji bo çareseriyê tu baweriyê nade. Hikûmet di hevdîtinên bi Îmrali û Qandîlê re pêk anîn li ser kîjan mijaran li hev nehatin ji raya giştî re negotin. Gavên divê îro bê avêtin jî navêje. Em dê têkoşîna xwe bedewam bikin û em ê pergala xwe ava bikin. Em ê di 4'ê Nîsanê de bi hêz tevlî meşaTUHAD-FED'ê ya Amarayê bibin."
(bd/ab)
